Hilbijartin û şoreşa gelan
Kadının Kaleminden
Necîbe Qeredaxî/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Kêmtir ji mehekê maye ji bo nûkirina Parlametoya Tirkiyeyê ya rastir ji bo avakirina Parlamentoya nip û nûh, kû di qanaxa berê nehatiye dîtin. Ev hilbijartin weke her hilbijartinê nîne, ku li welatên cîhanê tê kirin.
Di vê pêvajoya dîrokî de, ev hilbijartin, ji bo kurdan xwedî wateyek pir girîng e. Bi taybet ji bo gelan û jinan xwedî taybetmendiyek girîng e. Ne tenê ji bo gelê kurd li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, lê ji bo gelê kurd li beşên din yê Kurdistanê jî girîng e. Cara yekemîn e ku gelê kurd di asteke ew qasî berfirhe di aliyê perspektîfa çareserî û demkokratîkirina pergalê de, faktora bingehîn e. Cara yekemîn e ku kurdan berovajî netew- dewlet, hembêzeke fireh bi gel û rengên din re ava kiriye. Ev hilbijartin, di eslê xwe de îfade avabûneke nû ye û bi giştî demokratîkirina herêmê ye.
Derketina ji qalibê statukoparêziyê ye, karektera nû derdixe pêş û bersivek radîkal e ji bo pirsgirêk û kaosê. Îro wek pêşeng, wek îrade û wek hêz û îradeya veguherîna demokratîk derketin holê. Encama hilbijartinê çi dibe bila bibe, ji niha ve kurd serkeftî ne di avakirina rojeva demokratîkirinê de. Hilbijartinê 7’ê hezîranê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên gelên li herêmê, ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî, qanûnî û pirsgirêkên din jî bibe pêngavek dîrokî. Hilbijartin di navbera dû paradîgmeyan de pêk tê. Yek ji wan, HDP ye û nûnertîya demokrasiyê dike.
Ya din jî partiyên pergala dewletê ne. Hebûna partiyên cûda, mîna AKP, CHP, MHP û yên din, teva heman çirok in. Sedsal in em guhdariya van çîrokan dikin. Kombûna kurdan, azadîxwazan, demokrasîxwaz û yên timî hatine berterefkirin, di HDP de helwesteke zelal û xwedî projeyek demokratîk kirine hedefa xwe. Lewra AKP kontrola xwe winda kiriye, mîna Seddam Hûsên, piştî ku li gotara netewperestî îflas kir, danîna peyva “Alahûekber” li ala Îraqê jî, nikarî wî ji têkçûnê xelas bike. Rakirina qurana bi zimanê kurdî ya Erdogan jî, wê nikaribe wî ji têkçûnê biparêze. Eger em bi çavekî din li mijarê binêrin, hilbijartin di navbera jinan û zihniyeta desthilatarîya mêrsalarî de pêk tê.
HDP weke partiyeke ku li tu cihêkî cîhanê, ne hatiye dîtin, xwedî potansiyeleke veguherîna şoreşgeriyê ye û hembêzeke fireh ji bo gelan, jinan û rengîniyên cûda yên li Tikriyeyê derketiye holê. Bi rêya HDP’ê, wê cîhan bizanibe ku çiqasî Tirkiye di bin otorîteya dewleta navendî de lîstikan dike. Çiqasî rengên cûda ber bi tûnebûnê ve biriye. Jinên kurd cesareteke wisa nîşan dane ku jinan li Tirkiyeyê teva nêrîna xwe guhertiye û li îradeya xwe xwedî derdikevin. Ev hilbijartin ne weke hilbijartinên rûtîn e. Wê rengekî din yê jiyanê derbixe holê. Yanî rêveçûna mîna “şoreşeke jinan” derbikevê holê. Ev tabloya ku di pêvajoya hilbijartinê de tê dîtin, berhem û encama şoreşa zihnî ye.
Ev şoreş wer li AKP’ê kiriye ku rast êrîş dike. Ev hilbijartin serûbinbûna kursiyên desthiladariyê ne. HDP bi rengîniya ku derxistiye holê, wê dawî li qonaxeke reş a dîrokî bînê. HDP bi dengên gelan û jinan, dibêjê “Êdî bes e, dema avakirina jiyaneke nû ye”, ev ne tenê li ser rêya parlementoyê ye, bi pergaleke xweser e jî.
(zt)