Li Cizîrê mîrasa Zîn, Bêrîvan û Asyayê
Kadının Kaleminden
Zehra Tunç
Gurbetellî Ersoz dilê xwe bi çiyayan neqişandibû, Asya bi berxwedana Cizîrê.
Mazlum Dogan di girtîgeha Amedê de digot; “Berxwedan jiyan e”, Asya li kolanên Cizîrê.
Viyan Soran li Herêma Heftanînê digot; “Jibîrkirin îxanet e”, Asya li Herêma Botanê.
Delîla li lûtkeyên çiyayan strana “sê jinên azad” digot, Asya li jêrzemînê.
Bêrîvanê di sala 1992’yan de Cizîr rakir serhildanê, Asya di sala 2016’an de.
Bîşengê kesk, sor û zer li zendên xwe pêça, Asya li guliyên xwe.
Pakîze Nayir di parastina kolanên Silopiyê de îsrar kir, Asya di yên Cizîrê de…
Sema Yuce dixwest bibe pirek di navbera 8’ê Adarê û Newroza sala 1997’an de, Asya di navbera 8’ê Adarê û Newroza sala 2016’an de bi rêya JINHA’yê dixwest dengê tilîliyên jinên Cizîrê yên berxwedanê di roja 37’an a qedexeya derketina kolanan de bigihîne raya gişt û digot: “Çawa ku di nav PKK’ê de Sakîneyan, Sozdaran, Bêrîvanan û Bêrîtanan pêşengî kir, em jî wekî jin pêşengiyê ji rêveberiyên xwecihî re dikin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji ber dema hêza jinê kom bibe tu hêz nikare xwe li ber bigire.” Piştî axafinan cardin Asya çû ji bo berdewamkirina xebatên xwe yên bi jinên Cizîrê re…
Jinên rojnameger ên wan kêliyên berxwedana Asya dişopandin û jê roportaj digirtin Asya wekî; “Şoreşa bêdeng dan nasîn.” Bi rastî Asya şoreşeke bêdeng bû. Herî baş jî ev gotin li cewherê Asyayê dihat. Jiyana Asya wekî berxwedana Cizîrê dagirtî û bi wate bû, ji bo wê ewqas bi Cizîrê ve hat girêdan. Her kes nikare xwe li ber giranbûna berxwedana Cizîrê bigire, ji bo wê jî Asya û Cizîr li gorî hevbûn û pir li hev hatibûn. Asya çiqas bi Cizîrê ve hatibû girêdan, ewqas jî gelê Cizîrê bi Asya ve hatibû girêdan. Di kolanên Cizîrê de kesên Asya nas nekin nebûn. Bi taybetî jî Asya jin perwerde dikirin, xwe digihand hemû malan û li gel hemû jinan dipeyîvî.
Meyrem Xan li hemberî hişmendiya paşverû distriya û stranên kurdî qeyd dikirin, Asya li hemberî feodalîzma herî zêde li serê jinan bûyî bela têdikoşiya. Di nav xebatên rêveberiyên xweser de Asya zewaca zarokan û gelek mijarên wiha yên jinan biçûk dixe qedexe kiribû. Di nav kolanên Cizîrê de rêveberiya xwecihî dixist meriyetê.
Zînê li hemberî Bekoyan heta nefesa dawiyê di Cizîrê de li ber xwe da, Asya li hemberî hêza faşîzmê. Dema ku li taxa Nurê xwarin qediya Asya hema ket nav tevgerê, qet bêçare nema. Komeke jin li dora xwe civand û dest bi karê nançêkirinê kir. Dema ku nan çêbû, penîrê sîrik ê ku li Botanê hevalê rojên teng e û di hemû tengiyan de xilasbûnê nizane, anîn ber sêla nanpehtinê. Asya nan û penîrê sîrik li taxan belav kirin. Asya bi vî rengî pêşengiya jinên Botanê kir û bû sembola berxwedanê.
Bi vî awayî Asya û jinên cizîrî qet hev bernedan. Jinên cizîrî sê mehan li cenazeyê Asya geriyan. Dawiyê Asya bi strana “Sê jinên azad” dibin stêrkan de li cihê çavên xwe li jiyanê vekirî ber bi bêdawiyê ve oxir kirin.
Ji rojnameya http://www.ozgur-gundem.com/kategori/28/binevs hatiye girtin