Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ax û jin

Kadının Kaleminden
Gulan 20 / 2016


 

 
Zeynep Erdem 
 
Neyarên mirovahiyê bi darê zorê jinên kurdistanî ji ax û malên wan dûrxistin. Ew jinên ku bi hezaran sal in li ser vê axa pîroz jiyanê diafirînin hewl didin vegerin. Ji axa xwe dûrketinê wekî guneh dibînin û ji bo xwe ji vî gunehî rizgar bikin her roj çav û dilê wan li rêya vegerê ye.
Sirgûn û koçberî polîtîkaya serdestan e û armanc belavkirin, parçekirin û tarûmarkirin e. Dema mirov mîkrofonê dirêjî jinên nisêbînî, geverî, şirnexî dike daxwaza wan a herî mezin veger e. Em gelek caran bûn şahida vê daxwaza jinan.
 
Ger çavkaniya jiyanê ax be, ya ku jîn dide axê jî jin in. Ax navekî din ê hebûnê ye, nasname û ax bi hev re bûne yek parçe. Em hemû baş dizanin ku jin û ax çiqas girêdayî hev in. Jin û ax di gerdûnê de mîna du esasên bingehîn ên hebûnê ne. Ji ber vê yekê ye ku ji axa xwe dûrketin tê wateya mirinê. Ger carekê ji axa xwe dûrbikevî ji rastiya xwe dûr dikevî û wê demê mirov dibe biyaniyê jiyanê.
 
Li Kurdistanê û bi taybet jî li Botanê salên berê jin ji axa xwe hatin dûrxistin. Ew tiştên ku salên berê hatin jiyîn mîna îro di bîra jinan de ye. Ji ber vê ye ku jin naxwazin dîsa heman tiştan bijîn û ji bo ji xwe dûr nekevin berxwedanê wekî çareserî dibînin. Ger em bixwazin bingeha berxwedana mezin a zivistanê fêm bikin divê em vê rastiyê ji bîr nekin.
 
Li bajar û navçeyên Kurdistanê ji tang û topan bigirin heta bi kar anîna çekên kîmyewî serî li hemû rêbazên hovane dan û pêk anîn. Ligel vê yekê tu kesek nereviya. Dizanibûn dê bimirin lê dîsa jî nexwestin ji axa xwe dûrkevin. Jin ji mala xwe derneketin û gelek caran cinazeyê wan ji malê derketin. Zarokên wan ango kezeba wan li ber çavê wan hatin qetilkirin, bi rojan cenazeyê zarokên wan di destê wan de man, ligel her tiştî li ber xwe dan. Ji ber ku bîra jinan hêj zindî ye.
 
Jin li Kurdistanê jiyaneke nû diafirînin. Ger di konan de bin, li kolanê bin jî dev ji berxwedanê bernadin. Jinên şirnexî nîşanî hemû cîhanê didin ku berxwedan çawa tê pêşxistin. Ger li ber çavê wan malên wan werin şewitandin, axa wan wêran jî bikin, dev jê bernadin û jiyaneke nû diafirînin. Neyarên mirovahiyê xwestin bi kuştinê jinan bitirsînin, dîtin ku jin natirsin îcar jî dixwazin bi birçîbûnê terbiye bikin. Ji ber ku jin û ax bi rehên kûr ve girêdayî hev in hêza xwe ji axê digirin û ji bo xwe biparêzin û birçî nemînin her roj rêbazên nû ji xwezayê hîn dibin. Ji ber ku dizanin ger ji axa xwe dûrbikevin dê birçî û bêparastin bimînin.
 
Jin dîsa wekî destpêka jiyanê kêfxweşiya jiyana hevpar dijîn. Parvekirina nanekî hêzeke mezin dide wan û bextewar dibin. Tenê reşberiyê nakin, li aliyê din ji bo pêşeroja xwe jiyaneke nû diafirînin. Çandeke nû û terzekî nû yê jiyanê bi pêş dixin. Jin dibêjin ger hûn malê me bişewitînin jî, axa me wêran bikin jî em ê nehêlin hûn mudaxaleyî jiyana me bikin, em ê bi destê xwe jiyanê biafirînin. Ev sekn bûye felsefeya  jiyana jinan.
 
Êdî ne artêşa dewleta tirk û ne jî tu hêzeke cîhanê nikare jinan û vî gelî ji vê axê dûr bixe. Serdest niha di ferqê de ne ku ev sekn û berxwedana jinan ji bo wan tê wateya têkçûnê. Careke din dost û dijmin hemû kesî dîtin ku jin û gelê kurd tu qedexeyan û astengiyan nas nakin.
 
Ji rojnameya http://www.ozgur-gundem.com/kategori/28/binevs hatiye girtin