Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Heyva gulên Kurdistanê

Kadının Kaleminden
Gulan 24 / 2016


   
 
Dîlan Aydin
 
Di her dozdeh heyvên salê de wekî em dizanin rojên taybet hene ji bo gelê kurd û hemû gelên cîhanê. Rojên ku bi her salê re ji nû ve vedijîn! Rojên ku me dibin wan demên dûr û dirêj. Ev roj li Kurdistanê bi çi rengî ne? Bûne bingeha pêkhatinên çawa? Cejn, şîn yan şahî ne?
 
Em dikarin bibêjin, li Kurdistanê, gelek roj û cejnên ku ji dîrokê heta îro hatine pîrozkirin hene. Axa qedîm a dergûşa însaniyetê, şahidê gelek bûyer û serpêhatiyan e. Lê tevî van rojan ji ber şerê ku bi sedan salan e berdewam dike, hema bêje hemû rojên heyvan, bûne yên bi hezaran şehîdan… Ji her roj û heyvek şehîd derbas dibin, bi her hatina salek re şehîd vedigerin. Gelo ev ji bo derûniya neteweyek rewşek çawa ye? Ger ku sal dozdeh heyv bi nav û rûyê pakrewanan were, roj bibin rojên bîranîna wan; rengê jiyan, tevger û têkoşînê çawa dibe?
 
Gelek pirsên ku divê em di vê mijarê de ji xwe bikin hene. Gelek aliyên xwe yên ku divê em di lêpirsîn û xwerexnedayînê re derbas bikin û dûre çend gotinan ji bo van rojan bibêjin hene. Ji bo em bi layîqî  bikaribin di van rojan de şehîdan bi bîr bînin, divê em çi bikin? Bi çi rengî bijîn? Ev pirs, ger ku ji dil werin dê bersivên xwe bibînin.
 
Karwanek ji hemû roj û heyvên salê, ji gund, navçe û bajarên Kurdistanê derbas dibe. Her roj û heyv, bi derbasbûna karwan re dibe şahid. Bi her şahidiyek re jiyan vediguhere şopa mayînde ya şehîdan. Li Kurdistanê, jiyan bi hatina her roj û heyvê re bi vejîna şahîdan û mirina me derbas dibe. Em dimirin, ew vedijîn, em bi jiyana xwe ya dubare, gotinên bicihnehatî re rûbirû dijîn, ew li lûtkeyên ebedî li me mêze dikin.
 
Bi hezaran can, di vê meha gulan de bi şer û cengek bêeman ketin hembêza axê. Axa ku ji ber dagirkeriyê qirêj bûbû, bi wan paqij bû, tirsa ku ji mirinê xirabtir bû, bi wan têk çû. Ji ber wê jî beriya her tiştî em deyndarên wan in. Lewre destpêka rojê, heyvên salê bi nejibîrkirina wan dikarin werin jiyîn.
 
Wateya her tiştî di vê jiyanê de heye. Ya axê, ya baranê, ya demsalan. Bi zanîna wateya van hemûyan em dijîn, hewl didin têbigihîjin. Em bi raman, hest, bawerî, tevgera fizîkî dixwazin mafê jiyanê bidin. Lê gelek caran ji ber dûrbûna ji wateyên rastîn, em nikarin mafê tu tiştî bidin! Dûrbûna ji wateyên rastîn, dûrbûna me ya ji me bi xwe ye. Dûrbûna ji xwe, dûrbûna ji hemû rastiyan e û ev dûrbûn, her diçe zêdetir dibe.
 
Wateya şehîdan, li Kurdistanê, wateya hebûnê bi xwe ye. Hebûna şehîdan, gihîştina rastiyê ye. Ji ber wê jî di hemû rojên salê de divê em bi şehîdan re bin, di huzûra wan de nêzî jiyanê bibin. Lewre jiyan; li Kurdistanê, bi rêya wan dimeşe, bi meşa ji bo wan dikare mayînde bibe.
 
Heyva gulanê, bi navê sedan şehîdan, di van rojan de şahidî ji tarîtiya zilmê ya ku ji hemû bêexlaqiyan pêk tê re dike. Şopdarên karwanê şehîdan, bi lehengiyek bêpênase, bi ked û xwînê, hewl didin, vê heyvê îsal bi wateya wê re bikin yek û veguherînin heyva lehengên serkeftî… Hewl didin heyva gulan veguherînin heyva evîndarên Kurdistanê û şopdarên şehîdan.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin