Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Fêrgeha ziman Azadiya Welat

Kadının Kaleminden
Gulan 25 / 2016


 

Zehra Tunç
 
Ji 22 Sibata 1996’an ve dema ku Azadiya Welat dest bi weşanê kiriye heya niha wekî dibistana zimanê kurdî rol girtiye ser xwe. Ji bo wê jî hewceye mirov hinek ser fêrgeha ziman Azadiya Welat û giringiya kampanya ya “Her malek welatek” bisekine.
 
Azadiya Welat hem di aliyê pêşxistina ziman û wêjeya kurdî de hem jî di aliyê rojnamegeriyê de xwediyê du erk û berpirsyariyên giring e. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê piraniya welatiyên xwendin û nivîsandina zimanê kurdî hînbûne, bi xêra Azadiya Welat bûye. Hinek mirovên bi xwendina Azadiya Welat hînî xwendin û nivîsandinê bûne û paşê hunerên bedew ên di aliyê wêjeyî de afirandine hene. Yên wekî din jî ji deverên cuda hînî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bûne jî teqez ji serkaniya Azadiya Welat aveke sar vexwarine.
 
Piranî girtiyên siyasiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê rojane Azadiya Welat dixwînin û di aliyê ziman de bi rêya rojnamê xwe pêşdixine. Her çendî li gelek girtîgehên aliyê Tirkiyeyê Azadiya Welat nagirin, lê ji bo ku girtî mafê xwe yê girtina rojnameyê bidest bixin gelek têkoşînê didin. Li gelek girtîgehan dema xwendina Azadiya Welat heye, taybetî saetekê diyar dikin, bi hev re kom dibin û bi dorê dixwînin. Ên qet kurdî nizanin jî dema her roj nûçeyekê yan nivîsekê dixwîne bi demê re ferqa pêşketina xwe dibîne. Peyvên ku nizanin jî bi hev re nîqaş dikin û bi wî awayî ferhenga peyvan jî pêşdixin. Gelek girtiyên dema ku cezayê hucreyê girtine di hucreyê de bi xwendina rojnameyê hînî kurdî bûyîn hene.
 
Gelek caran hin kes fikrên wekî ‘ez ziman dizanim’ bi xwe bawer nêzdibin, lê ev ziman wekî ava çem herikbar e, ger her roj neyê nûkirin dê çawan bê zanîn. Hinek jî dibêjin em zimanê xwe yê herêmî dizanin an jî ji ber herêmiya xwe, xwe tevli giştî nake bi herêma xwe re sînor dimîne. Ji ber ku zimanê rojnamê tenê bi herêmekê re sînordar nîne, bi xwendina rojnamê sînorên di navbera zimanên herêmî de jî radike. Ji ber ku nûçe ji çar aliyên welat li ser rûpelên rojnameyê tên bicihkirin.
Pêşketina ziman di serî de bi rêya bazar û dibistanan û paşê jî bi rêya medyayê pêş dikeve. Dema ku ev rê ji bo ziman neyên bi karanîn pêşketin negengaz e. Dema ku her roj rojnameya kurdî neyê xwendin û tv ên kurdî neyên temaşekirin mirov nikare di aliyê ziman de qala pêşketinê bike. Bi xwendina rojnameyên zimanê biyanî û tv ên biyanî dê çawa ziman pêşbikeve û têkeve hemû malan.
 
Rêya vegera koka xwe û xwedî derketina li nirxên xwe yên civakî tekane rê xwendina Azadiya Welat e. Dibe ku şopandina rojnameyekê mirov ewqas giring nebîne, lê her roj rojeva welat û cîhanê ji rojnameya Azadiya Welat bê şopandin piştî demekî kin dê bikevin di ferqa giringiya wê de. Tenê rojnameya kurdiya rojan e li bakurê Kurdistanê weşanê dike û xwe digihîne her bajar û bajarokan e.
 
Bi kampanya ya Azadiya Welat a “Her maleke welatek” rojname dikeve hundirê hemû malan. Ji xwe ji bo her malek bibe dibistana kurdî, hewceye Azadiya Welat têkeve hemû malan. Ji bo ku astengiyên we derketin pêşiya we zarokên we jî nebînin Azadiya Welat bigirin hundirê mala xwe û bi hev re bixwînin. Ji bo li xwe, ziman û çanda xwe xwedî derketinê tevli kampanya ya “Her malek welatek” bibin.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin