Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Jinên di nav rûpelên dîrokê de hatine jibîr kirin

Kadının Kaleminden
Gulan 25 / 2016


 

 
Lîlyan Çiya
 
Berê ku ez dest bi çîrok an jî serpêhatiya wan jinan bikim, ez dixwazim vê yekê bibêjim ku di derbarê jiyan û têkoşîna wan jinan de pirr kêm tişt an jî belgeyên nivîskî hene. Gelek ji wan jinan di nav serhildan an jî ji civaka xwe re pêşengtî kirine, yan jî bi hunera xwe bi dehan berhem li pey xwe hîştine. Lê mixabin pirr kêm behsa wan tê kirin. Di gelek cihan de qet ji wan nayê behs kirin û tenê navê wan tê bîranîn. Lê wek ji van nivîsên heyî jî tê xuyan, her yek ji wan xwedî hêz, bawerî û têkoşînê bûye. Ev jin jî wek gelek jinên din yên Kurd di nav rûpelên dîrokê de hatine berze kirin.
 
Janê Xanim
 
Janê Xanim şervaneke welatparêz e. Ji gundê Qeremêş a ser Gimgima Mûşê ye. Piştî mirina hevserê xwe, tevî 6 lawên xwe di Serhildana Şêx Seîd de cih digire. Herçend li ser jiyana wê pirr kêm agahî hebin jî di gelek cihan de navê wê derbas dibe.  Jineke dewlemend bûye. Xwedî keriyek pez û warekî (zozanekê) bûye. Bi navê “Warê Janê” zozanek wê hebû ye.
 
Ligor îdîayan, 6 lawên wê di serhildana Şêx Seîd de cih digirin û jiyana xwe ji dest didin. Ne tenê lawên wê her wiha ew bixwe jî di nav serhildanê de cih digire û xwedî erk û berpirsyarî tevdigere. Janê Xanim piştî têkçûyînê ji aliyê leşkerên Hemîdiyê dîl tê girtin. Piştî ku Janê Xanim ji aliyê kesek bi navê Feto ku yek ji fermandarên alaya Hemîdiyê ye, tê girtin, dest didanin ser hemû mal û milkê wê û Feto dixwaze bi Janê Xanimê re bizewice. Janê xanim vê yeka han napejirîne û Feto dikuje. Piştî ku Janê Xanim Feto dikuje û şûnde wê digirin û tavêjin zîndanê. Lê leşkerên lîwaya Tirk tenê bi girtina wê jina cengawer namînin û wê di zîndanê de dikujin.   
 
Fatma Xan
 
Li nêzî Rewanduzê jiyan kiriye. Piştî mirina hevserê xwe, birêvebiriya komek ku ji heşt gundan pêk tê dike. Hemû pirsgirêkên girêdayî dewletê Fatma Xan çareser dike û di helbijartinên meclîsê de, gelê gund ji bo ku ew li ser navê wan rey bide, birêdikin û hemû erkan didin wê.
 
Mama Pura Helîme û Qaha Nergêz
 
Li herêma Pişder du jinên Kurd ên bi nav û deng ku hîna jî gel hurmetek mezin li hemberê wan raber dike, jiyane. Ev her du jin piştî wefata hevserê xwe, erk û berpirsyariya hemû eşîrê digirin ser xwe û eşîrê birêve dibin. Ev her du jinên hêja; yek Mama Pura Helîme a ji eşîra Kafûruşî û ya din jî Qaha Nergêza ji eşîra Şivan e. Di heman demê de ev her du jin bi salan li dijî serdestiya Osmaniyan têkoşîneke bêhempa dane meşandin.  Yek ji jina ku li dijî serweriya Osmaniyan şer kiriye jî Mama Perşeng a ji eşîra Milan e. Di nav eşîrên Kurdan de xwedî rol bûne û ji civak û eşîra xwe re rêbertî kirine, lê pirr zêde tiştek di derbarê wan de nehatiye nivîsîn û tenê navê wan tê bibîranîn. Ji wan çend jinên ku ji eşîra xwe re seroktî kirine û rol lîstine, lê mixabin di derheqê wan de pirr kêm tişt tên zanîn; Perîhan Xanim, Şemsê Xanim û Nehrilî Meryem Xanim e.
 
Adile Xanim
 
Adile Xanim di destpêka sedsala 20’an de serfermandara eşîra Caf bû. Fermandarê Îngîlîz C.J. Edmonds ê ku li Helebceyê wê jina bi nav û deng nas dike û jê re dibêje; “şahbanoya bê tac a Kurdistanê.”
 
Bavê Adilê, Mihemed Begê Silêmanî jî yek ji wezîrên qebîleya mezin a mîrên Kurd li Erdelanê bûye. Dema mîrtî bêhêz dibe û mîrtî bi walîtiyê we tê guhertin, bavê wê li Tehranê bi cih dibe. Li vir malbata wê weke civatek torîn, bi esil a Îranî tê nasîn. Di heman demê de li Kurdistanê du navendê wan a hêzê hene; Şarîzûr û Erdelan. Di nav begzadeyên eşîra Caf de li Şarîzûrê Osman Paşa wek qeymeqam erk dare. Adile Xanim bi wî re dizewice.
 
Dema ku hevserê wê di sala 1909’an de dimire, Adile a ku êdî wê wek “Adile Xanim” bê nasîn, şûna wî digire. Heta sala 1924’an ku di wê salê de Adile Xanim diçe ser dilovaniya xwe, wek qeymeqamê Şarîzûrê erk digire ser xwe û di heman demê de serfermandara eşîra Caf e. Fermandarê Îngîlîz C.J.Edmonds û Ely Bannister Soane gelek pesnê desthilatdariya wê jina bi hêz didin û dibêjin; ‘Ew jineke pispor û zîrek e.’ Adile Xanim yek ji wan jinane ku di dîroka Kurd û rojhelata navîn de mînak e. Lê mixabin di derbarê jiyan û serpêhatiya wê de jî pirr kêm tişt hatiye nivîsin.
 
Edîle Xanim jinek jîr e û di pêvajoya ku hîn hevser û xezûrê wê di ber karê rêveberiya eşîrê de berpirsin jî xwedî roleke sereke radibe. Di sala 1909’an de, piştî wefata hevserê xwe, rêveberiya eşîrê digire dest û birêve dibe. Her wiha gelek caran beştarî nav civatên girîng dibe. Bi dîplomatên biyanî re hevdîtinan pêk tîne û bi hin rojnameyan re hevpeyvînên wê çêbûne. Li her derê bi heybet û wêrektiya xwe derketiye pêş.
 
Adîle xanim bi tena serê xwe 15 salan Helepçe birêve biriye. Ji dema ku rêveberiya Helepçe di destê wê de bû, şert û mercên jiyanî serirast dibin, ji hêla çandî de pêşketin tên jîn û di rewşa aborî de guherînên erînî çêdibin.
 
Edîle Xanim di sala 1924’an de di 65 saliya xwe de wefat kir û gora wê nêzî Helepçeyê di goristana Ebu Ubeyd de ye.
 
Esma
 
Esma, yan jî Esma Xatûn hedîsvana Kurd e.  Qîza Ehmedê Kurê Husênê Hekarî ye.
Di sala 1315’an hatiye dinyayê, perwerdeya olî li cem Ehmed bîn Îdris el-Hamawî û Fadil Remezanî dibîne. Lê mixabin derveyê wan agahiyên bi sînor, tu tişt di der heqê wê de nehatiye tomar kirin.
 
Îran Xanim
 
Îran Xanim di navbera salên 1950-1951’an de jiyaye. Îranxan jina dengbêj ji gundê Înkesû a herêma bradost li rojhelatê Kurdistanê ye. Navê wê yê rastî Îran Mucerd e. Jiber kar û barê xwe yê hunerî nasnava Îran Xanimê bikar aniye. Malbata wê cotkar bû. Navê bavê wê Ebdulrehman û navê dayika wê Peribişan e. Zaroktî û ciwantiya xwe li gund derbas dike. Li cem malbatên dewlemend tenê ji bo perê nanê xwe derxîne, dixebite. Piştî ku zewicî, bi mêrê xwe Seîd re li gundê Somanawa bi cîh dibe. Piştî ku zewicî şûnde jî dest ji karê xwe yên hunerî berneda û bi dengê xwe yê xweş stranên xwe gihandin herkesekê.
Di sala 1969’an de di radyoya Wirmê, Tehranê û Kirmanşanê bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî dest bi stran gotinê dike û her hefteyê nîv saet- carnan jî du saetan dest bi weşanê dike. Îran Xanim ji ber ku li wir dihat naskirin, bi daxwaza hin dengbêjên mîna Hamid Yusifî, Mistafa Elîzade, İbrahim Nûrozî di sala 1971’an de di Radyoya Wirmê Beşa Kurdî de bi awayekî fermî dest bi dengbêjiyê dike. Yekemîn dengbêja jine ku li Rojhilatê Kurdistanê stran bi zaravayê Kurmancî gotîye û berhev kirîye. Navê wê hemû sînor derbas kirine û li hemû welat belav bûye.
 
Ji 1971’an heya 1979’an ku di vê dîrokê de Ayetûllah Xumeynî bû serok, mehê du caran ji bo qeyda stranan diçû radyo yê. Hin stranên ku wê gotîye wiha ne: Arifo lawo, Bajo Emrê Min, Bavê Lalo, Delal Ez bi heyran, Delal Lo, Delalê Malê, Dilê min loy loy, Domam û Pismam, Filîtê Quto, Hedo Rabe, Kurê Xelqêyno delal, Lê lê yeman (Domamê), Şerê Cezo û Salihbegê, Yar Gewrê. Ligor hin pêşbêniyan Îran Xanimê heya 31 saliya xwe zêdetirî 100 stran bi xwe çêkirine.
 
Keçek û du lawên wê çêdibin. Seîd dixwaze hewî bîne Îran Xanimê, Îran Xanim dest ji wî û zarokên xwe berdide û gund diterikîne. Demekê li cem bavê xwe dimîne û paşê bi Dadaş Nasirî re dizewice. Paşê jî li Tehranê bi cîh dibe. Pîştî 3 salan şûnde diçe bajarê Dilmaqanê û li vir jî 15 salan dimîne. Paşê bi Dadaş Nasirî re diçe Wirmê. Li wir dikanekê digirên û li ber dikanê disekinin. Di wan salan de ji ber tirsa rejîmê, bi awayek eşkere nebe jî veşartî karê xwe yê dengbêjiyê berdewam dike. Hinek bandên xwe dişîne Tirkiyê û li wir dide weşandin. Herçend neyê zanîn jî ka çawan miriye; di 10 Tebaxa 2001’an de hat gotin ku xwe darde kiriye. Ligor rapora nexweşxaneya Wirmê, tê gotin ku bûyer xwekuştine. Lêbelê ligor kesên ku wê baş nas dikin jî wê xwe nekuştiye û ev ne bûyereke xwekuştinê ye.
 
Sûsika Simo
 
Sûsika simo wek yekemîn dengbêja Kurd a li sovyeta berê tê nasîn. Sûsîka simo di sala 1925’an de li gundê mîrekêda (navçaya ax baranê) hatiye dinê. Demekê mala wan koçber dibin û diçin gumrî ê (lênînakana berê). Li wê derê diçe dibistanê û beşa doxtiriyê xilas dike. Çend salan di nexweşxaneyê de dixebite, lê piştî demekê xwe bi temamî ji karê nexweşxanê dide aliyekê û dest bi dengbêjiyê dike. Ev hewldana wê jî badilhewa nebû. Di nav gel de wek ‘gula govenda’ dihat nasîn. Di demeke kin de çend komên stranbêjî û govendê saz dike. Ne tenê li Ermenîstanê, her wiha li paytexta Gurcistanê jî derket pêş û li gelek deveran dihat nasîn. Gelek caran sazbendê mer ê bi nav û deng Egîdê Cimo û Karapêtê Xaço jî tevlî koma wê bûne. Gelek kilamên Sûsika Simo di radyoya Êrîvanê de hîna jî hene û tên weşandin. Hin ji kilamên Sûsika Simo wiha ne: “Zilfanê”, “Sîn””, “Lê lê, lo min vî peyayî”, Lawikê min çû bixwîne”, “Hey can, hey can, hey canê.”
 
Sûsika Simo di sala 1946’an de derketiye ser dikê û stran gotine. Bi Kûlya Neftalyan re dixebitî û ne tenê li Ermenîstanê li seraserê welatê Sovyetê digeriya û stran digotin. Her wiha Sûsika Simo bi Kûlya Neftalyanê ku Ermenî bû dizewice. Sûsika Simo bi strana xwe a bi navê ‘lo lo miho’ di nav Kurdên Kafkasyayê de bi nav û deng bû. Di sala 1945’an de ev stran got û bi dengê xwe yê zelal bû kilambêjek nemir di nav gelê Kurd de.
 
Sûsika Simo bi rêya dengbêjiyê pêşiya stranbêjî û karê hunerî di nav jinên Kurd yên Sovyetê de vedikir û hêz dida wan. Sûsika Simo di sala 1977’an de dema hîn 52 saliye diçe ser dilovaniya xwe û li Gumriyê hat defin kirin.   
 
Ji navnîşana http://www.newayajin.com/ hatiye girtin