Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dizê berxa Belek

Kadının Kaleminden
Gulan 29 / 2016


 

 
 
Yildiz Gultekin
 
Dema bihar tê û mih, bizin û çêlekên avis jî hêdî hêdî dizên, wexta ku ew dixwazin bizên, çend roj berê ji xwe re hin quncikan peyda dikin, an jî xwe dispêrin ber dîwaran.
 
îsal jî çend heb mih, bizin û çêlekên min hene, ew hemû jî avis bûn, her yekî berxikek, karikek û golikek anî. Lê di nav wan heywanên min ên avis de tenê miha min a qemer za û ji berxika xwe damarî bû, li berxika xwe xwedî derneket.Ev tişt zêdetir di wexta zayinê de di nav heywanan de pir heye, di nav mirovan ( jinan) de ji hezaran yek e. Yên ku li ser van karan xwendine wiha dibêjin. Lê di nav pez û dewaran de pirtir e.
 
Ew jî sala îsal bû para min. Îca berxika miha min ne wekî dayika xwe qemer, berxikek reşbelek e. Min kir û ne kir, dayika wê lê xwedî derneket û nemêjand jî, miha min xwe peritand, ne hîşt berxik devê xwe biavêje guhanê wê.
 
Çend rojan em wisa li bendê man, min fikir kir ku, ger ez berxikê li ber bêhna dayika wê bihêlim, dibe ku ew lê xwedî derbikeve. Sibetirê ez çûm aliyê gomê, berx di alikî, miha qemer di aliyê dine. Paşan bizina min hêdîka ber bi berxikê ve çû, ew bêhn kir, berxik jî rabû ser piyan, bi nezanî lê bêhna guhanê şîr ew ber bi bizine ve kişand.
 
Berxika min devê xwe kir guhanê bizinê, te digot qey wê bizinê ew berxik zaye û dayika wê jî ew e. Vir de û wê de, heta mehekê berxik bi ser xwe de hat, hêdî hêdî li der û dora malê, tevî kar û berxikên din diçêriya.
 
Dilê min wisa rihet bû, berxika min him ji xwe re dayikek dîtibû û him jî diçêriya û zikê xwe têr dikir, ew her diçû xweşiktir dibû. Rojekê ber bi êvarê, min xwest ez berxik û karikên xwe bikim gomê, dema ku min hejmartin, min dît ku berxa belek di nav wan de tune ye, hevraz û ber jêr, geriyam min ew ne dît, te digot; qey erd qelişiye û ew jî tê de çûye xwarê.
 
Zarokên cîranên min jî ji berxa belek hez dikirin, min ji wan pirsî, gotin me ne dîtiye, di nav wan zarokan de neviyê xêriyê got; Metê, gava dinê berxa te li tevî berxên Ehmo bû, min di nav wan de dît, min got qey berxa apê Ehmo jî wekî berxa te ye!
 
Pîîî, gidî, zûke ez xwe bigihînim Ehmoyê diz, sal duwanzdeh meh in, hemû kes wî wekî dizê berxan nas dike, wî alî û vî alî, emrê wan hemû zarokan jî dirêj û xweş be, wan beriya min xwe gihandin Ehmo, Ehmo jî di bin tavê de xuhdaneke qirêj li serdanpê jê dikişe, soromoro bûye, bi dev û çavên xwe zarokan re diqelêşe, naxwaze zarok ji min re bibêjin ew diz e.
 
Min berxa xwe tevî berx û karikên wî ne dît, neviyê Xêriyê got; Metê ez dizanim wî apoyî berxa te di ku derê de veşartî ye.
 
Gavên xwe li pêşiya gavên min xist, berê xwe da cihê qelaxa kerma ku hundir vala ye, berx di wir de girêdaye, devê berxikê jî girêdaye ku deng neke. Ehmo vegeriya ji min re got; Qet haya min ji berxa te nîn e, hemû karên van zarokan in, wan aniye di vir de veşartiye û paşan jî min dikin dizê berxa te ya belek.
 
Min got; Dengê xwe bibire, careke din di nav vî gundî û gundê de li der û doran de ger dîkek jî winda bibe, em ê bizanin ku ew diz tu yî. Min berxika xwe girt û tevî zarokan vegeriyam malê, li ser xatirê dîtina berxa min a belek min ji zarokan re hêk û dims cêkir, ew ji hêk û dimsê pir hez dikin….
 
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin