Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Vegotina kêliyên dijwar

Kadının Kaleminden
Gulan 31 / 2016


 

 
Dîlan Aydin
 
Çend hefte ne ji ber dîmenên hovane yên ku îsal em bi wan re rûbirû mane; bi zorê dinivîsim. Bajarên xirabe, bi hezaran koçberên wan, cenazeyên li kolan û morgan, dibin sedem ku cih ji gotinan re nemîne.  Ji ber vê derûniyê, wekî ku tiştên ez dinivîsim hemû ‘vala’ bin, xizmeta tu tiştî nekin… Wekî ku ji rastiyê dûr, bêwate bin.
 
Di demên herî zor de însan nêzî rastiyê dibe. Di demên ku dîmen, gotin û kirin bi hemû aliyên xwe ve xuya dikin de; rasteqînî dibe şûrek û tu nikarî jê birevî. Her tişt li ber çavên te wekî rojê zelal e, her gotina ku tê ser ziman demên awarte nîşan dide û tu têdigihîjî ku hemû gotin qediyane… Xwezayîbûn, jidilbûn û pêwîstiya gotinan têk çûye.
 
Dîmenên kesên kuştî her diçe zêdetir dibin. Rûyên nas ên ku beriya çend salan me ew dîtine, ji nav şer û cenga ku ev çend meh in bi rengekî pir cuda berdewam dike; piştî mehan derdikevin pêşiya me. Ew rûyên ku derdikevin pêşiya me; dibin tîr û li eniya me dikevin. Ew dibin lehengên rojên dijwar, li kolanên serhildêr şopa xwe li ser keviran xêz dikin, kêlî bi kêlî wan rojan zindî dihêlin li pêş çavên me, em bi helwestên şaşewaz li wan mêze dikin.
Dizanim, em hemû heman tiştî hîs nakin, nikarin tiştên pêkhatî bi heman rengî xeyal bikin… Dizanim, em hemû nikarin heman kêfxweşî û êşê wekî hev hîs bikin, li heman dîmenî wekî hev mêze bikin. Mînak em hemû ji heman demsalê hez nakin, heman rengî naecibînin û hwd. Jixwe ev yek heta cihek asayî ye lê di rewşên awarte de jî ger ku rewş bi heman rengî be; pirsgirêk heye. Pirsgirêka hest û helwesta însanîbûnê. Helwesta însanîbûnê divê di rewşên derasayî de xwedî heman refleksê be. Yan na, bihevrebûn dê nebe motîvasyon û hêzek guherîner.
 
Divê em ji xwe bipirsin; dîmenên bajarên di bin êrîşên keriyên hov de çavên çend kesan ji me tarî dikin? Ji gelê ku bi milyonan e, çend hezar kes dikarin di van rewşan de xwedî heman hestan bin, bi dilek û destek bi hev re bimeşin? Em di van rojan de çiqas dikarin ji hînbûyînên xwe yên rojane, jiyana xwe ya asayî derbas bibin?  Ji hezaran malên xirabûyî, talankirî, bi deh hezaran kesên bêmal mane. Her roj em dengê wan dibihîsin, vîn û biryardariya welatparêziya wan bi çavên xwe dibînin. Lê gelo em dikarin bibêjin ku sekn û bersivên me yên ji bo wan bes in? Em dikarin bi dilekî rihet bibêjin tişta pêwîst me kir!
Bawer im na! Ji ber wê ye ku şîrove û navlêkirinên me cuda ne. Ji bo heman mijar û bûyerên derasayî, gelek caran gotinên me ji rastiyê pir dûr in. Lewre pêdivî bi xwexapandinê dibînin em. Tiştên herî xirab jî rûpoşên me naxînin.
 
Rewşa ku niha em dijîn, di gelek waran de hikmê gotinê nehiştiye! Gotin û nivîs di rojên wiha de li lûtkeya rastiyê digerin. Ew lûtke bi hunera vegotinê dikare were afirandin. Hunera vegotinê jî bi wijdanê me yê ku dikare ji sînorên jiyana rojane û şexsî derbas bibe pêk tê. Ev huner, çiqas bi kûrahî nêzî hîskirina rastiyê bibe; bikaribe her tiştî û her derê bibîne dê ewqas bikaribe hin deman baş vebêje.
 
Em ên ku hewl didin fam bikin, tiştek bibêjin, divê destpêkê ji her demê zêdetir hîs bikin. Hîskirina kêliyên dijwar, di van rojan de ji her demê zêdetir xwe ferz dike. Bajar û însan, şehîd û ax ji me gotin û kirinên pir cuda dixwazin. An em ê wan ji dil hîs bikini yan jî em ê bi halê xwe yê berê berdewam bikin.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin