Xatirxwestina kulîlkan
Kadının Kaleminden
Dîlan Aydin
Demsaleke din jî derbas bû. Bihar; ew demsala rengîn çi zû hat û çû! Bihara îsal tevî toz û dûmana çek û bombeyan, piyên dagirkeran û wesayîtên wan ên zirxî jî hat! Wekî ku ji keriyên biharnedîtî re bibêje; “Hûn çi bikin jî ez ê werim, ez ê bi dîmenên xwe, êşa ji ber dîmenên hovîtiya we derman bikim.”
Bihara Kurdistanê, îsal jî bi çîmen, gul û kulîlkan derbas bû. Ji çiya, gelî û newalan dengê avê hat guhên me, çivîk, şalûl û bilbilan wekî her carê bi dengê xwe xwendin li ser lat û zinaran. Kulîlkan her derê xemilandin, gulan bêhna xwe bi bayê re belav kirin. Hêviyên rojên azad yek bi yek zindî dibûn. Tarîtiya zivistanê ji bajar û kolanên hilweşiyayî rabû. Zivistana reş a ku dagirkeran rûyê xwe yê reş pê veşartibûn, dixwestin bi wê reşahiyê hovîtiyên xwe pêk bînin qediya.
Bihara ku îsal hat, dîmenên serhildêriya kulîlkan nîşanî me da. Di serê meha adarê de li Cizîrê, di nav malên ku hatibûn xirakirin de kulîlkên darên hinaran vekiribûn. Lê dîmenê dareke tûyê pir balkêş bû. Li baxçeyê malake li taxa Cûdiyê, dareke ku hemû şaxên wê hatibûn şikandin û bi ser qurmê xwe ve xwar bûbûn; yek bi yek pel vekiribûn. Derdora darê bi eşyayên malê yên hatibûn talankirin û şikandin dagirtî bû. Lê dar, wekî ku haya wê ji wê êrîş û talanê tunebe li ser piyan bû, çivîkan xwe li ser şaxên wê yên şikestî û pelvekirî danîbûn. Dîsa dareke mandalînayê jî di nav kavilan de li ser piyan bû. Gelek mandalîna pê ve bûn, rengê pelên kesk û mandalînayan dîmeneke pir xweş bû di nav wan kavilan de. Te dizanibû ku dar, çivîk û kavilan şahidî ji gelek bûyeran re kirine lê tevî her tiştî soza jiyanê didan niştecihên xwe.
Demsala ku her kes li benda wê ye; careke din bi xeml û xêza xwe hat û çû. Her ku tê, ji me re hêviyên pêkhatî dihêle. Her ku tê û diçe ji me re dibe temînata mayîndebûna dîmen û kêliyên bêhempa.
Însan, bi guherîn û jiyandariya axê, dikare ji cîhana lê dijî hez bike. Ji ber ku ew bi xwe ji axê ye; ji hebûnên ji kûrahiya axê pêk tên re divê bibe yek. Nêzîkatiya me ya ji demsalan re, ji axê re çawa be, ya me ya ji me û derdora me re jî eynî ye.
Ber bi demsala havînê ve em bi gelek peywirên însanî, jiyanî û neteweyî re rûbirû ne. Bi deh hezaran kurdên ku ji bajar, navçe, kolan û xaniyên xwe hatin derxistin, ji ber têkiliya wan a bi hêz a bi ‘axa wan’ re, vedigerin malên xwe, bi îrade û sebreke mezin hewl didin planên dagirkeran pûç bikin. Welatparêziya ku ev bi xwe ye; divê ku piştî ewqas mehên dijwar ên ku wan welatparêzên hêja derbas kirin, tenê nemîne. Her yek ji me li gorî rewşa xwe tiştek bike û bi fikir, zikir û pratîkê di nav tevgerê de be.
Kurdistana ku bi çar demsalên xwe welatekî bêhempa ye; ji payîza îsal ve dagirkeran xwestin bajar û navçeyan bi niştecihên wê re tune bikin. Di vê demsala ku bihar bi kulîlkên xwe xatir ji me dixwaze de; divê em bi sonda welatparêzî û evîndariya demsalan li xwe û hev xwedî derkevin, bi vê meha remezanê, hêza moral û manewiyatê bi xwe re biafirînin.
Xatirxwestina kulîlkan, rewşeke jandar e. Lê ne dawî ye. Her xatirxwestin tişteke din bi xwe re tîne. Xatirxwestina her demsalek, bi sedan nûbûnan bi xwe re tîne. Em ên ku temenê me dişibe van demsalan jî divê ‘nûbûnên însanî’ bi xwe re biafirînin û nehêlin ku hevokên hincetên nekirinê werin ser zimanê me.
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin