Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Pençên reş hatin avêtin

Kadının Kaleminden
Hezîran 13 / 2016


 

 
Henîfe Hisên
 
Li ser vê xakê bi hezarên salan e ku civak û jin di bin nîrê zilm û desthilatdariya mêr de bi êşeke mezin dinalin. Li ser vê xakê şer, jiyan, azadî, egîdî û eşq pirr dijwar tê jiyîn. Ewqas bi kok û kûr e şaxên wê heta roja me ya îro jî tên. Ne zaliman dest ji kiryarên xwe berdan e, ne jî berxwedana li dijî wê rawestiya ye. Her tişt ji rêya xwe derketî û di rêyek şaş de diçe. 
 
Bêguman li ser van xakan jiyan weha ye, mîna ku tu ji devê gur derxîne. Bi rûmet, xweşikbûn, azad û bi eşq jiyîn êdî ne pêkan e û gelekî zor e. Li şûna dayîka xwedawend, jina hatiye lanetkirin, li şûna eşq û evînê tirs, wêranbûn, kuştin û kirêtî tê jiyîn. Ji bo vê têkoşîn û berxwedana ji bo vegere ser koka xwe gelekî dijwar e. 
 
Pergala desthilatdariya mêr ku bi navên cuda xwe pêşkêş dike, ji dîrokê heya niha bi navê ol, zanist, çîn û neteweperestiyê li ser hîmê zayendperestiya civakî ya tirsnak koka xwe heta ji dema Sumeran ve digire. Ji wê dema dayîka xwedawend bi pîrozî çû perestgehên xwedayan, weke orispiyekê jê derket. Jina hilberîner û afirîner îro bê hêz, lawaz û milkê mêr e. Bingeha hemû koletiyan koletiya jinê ye. Ji ber wê îro jin weke milk û namûs tê dîtin. 
Di şeran de jî weke xenîmeta şer tê dîtin. Weke her tiştî jinan jî desteser dikin. Mîna amûrekê, mîna objeya seksê tê bikaranîn. Piştî her şer û dagirkirineke şêwedana jiyanê bi jinê dest pê dikin. Lê bi pêşengiya jina Kurd, îro şêwazekî jiyana azad tê afirandin. Di pêvajoya bihara gelan de li ser mîrasa Bêrîtan û Zîlanan asteke pêşengiyê hatiye wergirtin. Bi taybetî di Berxwedana şoreşa Rojava û Kobanê de jinê di hemû astan de  têkoşîn û berxwedanek bê hempa ku mohra xwe li sedsalê da raxist ber çavan. Di kesayeta rêhevala Arîn, Rêvan, Gulan, Destîna û jiyanan de careke din di dîrokê şahidî ji jina wêrek û berxwedêr re kir. Ji bo vê em dibêjin şerê Kobanê şer û doza jinê bû. Vê têkoşîn û berxwedana jina kurd mîna çirûska ronahiyê vêket û şewqa xwe da hemû jinên ji gelên din. 
 
Ger çiqas li devera ku ev hêzên tarî lê derbas dibin û li wir mîna ewrên tarî pençên reş davêjin ser jiyana jinan jî, lê mîna giyayê ku koka xwe di zikê axê de çikandî û çiqas werê derbkirin û qutkirin jî, lê kok dimînê kok û dema tu avê didê careke din şîn dibe û xemlek xweşik dide jiyanê. Jin jî ger çiqas werê perçiqandin, qanûnên feodalîzma serdema navîn û ên olî li ser werin sepandin jî, jin di hundirê xwe de ruhekî şoreşî û serhildêr dijî. Di her kêliyê de ew hestên azadiyê xwe didin der û di asta herî bilind de xwe li têkoşînê digire. 
 
Di pêvajoya rizgarkirina qadên bakurê Sûriyê de,  ew deverên di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de bûn, em rastî dîmenên pirr biêş hatin ku wê tu carî mirovahî ji bîr neke. Jinên hatine girêdan, di mal de hatine hepskirin, hatine recmkirin, ên weke herem di malan de hatine girtin û wan ji bo arzûyên xwe yên zayendî bi kar anîne. Ev kiryar dihatin kirin. Bêguman ne bi dilê jinan bû, lê careke din dihat îsbatkirin ku jin ne rêxistinkirî be û xwe neparêze, ew kesên wê milk û namûsa xwe dibînin wê nikaribin wê biparêzin. Tenê jin bi xwe dikare xwe biparêzê. Ji bo wê hebûna YPJ û têkoşîna jina Kurd bû hêvî ji bo tevahiya jinên ji pêkhateyên din. 
 
Dema ev qad dihat rizgarkirin, bi heyecan û coşeke mezin çavên jin, bûk û zeriyan li rêya şervanan bû. Çawa ji bin kontrola komên çete derdiketin tişta pêşî dikirin ew bû ku ew pençe yan ku çarşefên reş ji ser serê xwe davêtin. Ev dîmenê ku jin çarşefa reş ji ser xwe davêjê di çapemeniya cîhanê de belav bû û deng da. Ev nimûneya tiştekî ye, ev nîşaneya ruhekî ye. Ev redkirina wan polîtîkayan e ku ji milê mêr ve li ser jinê tên ferzkirn yanî jin wê çawa bimeşe, çawa rûne, çawa bisekine, çi li xwe bike, serê xwe bigire yan veke redkirina van politîkayan e. 
 
Jin wê ji îro û pêve qedera xwe bi xwe diyar bike. Biryara der barê xwe de bi xwe bide yanî jin êdî xwebûnê pêk bînê, xwe ji tabiyetê xilas bike. Wê tu hêzeke siyasî der barê jinê de biryara çawa bijî nede, bi xwe biryara vê yekê bide ka wê çawa bijî û li hemû warên jiyanê xwe birêkûpêk bike. Îro jin xwediyê wê hêz û perspektîfê ye. Em weke jinên Rojava û bakurê Sûrî perspektîfa me ya azadiyê, venekirîbûna bi şêwazê Ewrûpî ye ku ji raya xwe derketiye, ne jî pençên reş in ku jin bi wan hatiye dorpêçkirin. Ev herdu şêwaz jî azadiyê nayînin. Herdu şêwaz jî jinê hîn bêhtir kole dikin. Em ê di hêla mejî, hest û bedena xwe de xwebûnê bijîn. Xwebûn azadî bi xwe ye. 
 
Ji rojnameya http://www.yeniozgurpolitika.org hatiye girtin