Evîn tê kuştin
Kadının Kaleminden
Aysel Avesta
Ez dixwazim vê nivîsa xwe bi gotineke melayê Cizîrî dest pê bikim. Melayê Cizîrî dibêje: “Çar rexên min ava jiyanê be jî ez bi jehra ji destên yarê qayîl im.” Gelo ev çi nakokî ye? Li aliyekî jin wekî çavkaniya jiyanê, navenda evînê tê dîtin li aliyê din jî dibe navenda êrîşên dijwar.
Ev kîjan wijdan e ku zilam wekî gurê har berdide bedana jinan. Ango ev kîjan hezkirin e ku evînê dikuje. Lê bila baş bizanibin ku jin dê tu carî serê xwe li hemberî hişmendiya zilam û van êrîşên wan ên hovane netewînin.
Çawa jinên kurd li Kobanê zîhniyeta çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana xwe têk birin, dê pergala yekparêz ku li ser bingeha kuştin, talan, tacîz û tecawizan hatiye avakirin êdî têk bibin. Têkoşîna jinan a 40 salên dawî hesabên desthilatdaran serûbin kir. Jina ku di nava civakê de tune dihat hesibandin, îro li Bakur, Başûr, Rojhilat û rojavayê Kurdistanê tevna jiyana nû bi destên xwe dihone. Lewre zilamê zalim û zilimkar xwe li ber pêşketina jinan ranagirin û bi çavsorî êrîşê jinan dikin.
Ji Tirkiye heta Şengalê, ji Nîjeryayê heta Boko Haram, ji Hindistanê heta Efxanistanê û herî dawî jî li Îranê li dijî jinan êrîşên bêperwa pêk hatin. Rejîma Îranê bi şîdet, destdirêjî û darvekirinan di rêza yekemîn a cîhanê de cih digire.. Bi gotineke din dema ku dibêjin Îran darvekirin tê bîro mirov. Beriya çend rojan li Mehabadê endamekî rêxistina îstîxbaratê ya Îranê xwest dest biavêje jina kurd a bi navê Ferînaz Xosrewanî.. Lê Ferînaz Xosrewanî bi ruhê Şîrîn Elemhulî û bi ruhê jinên kurd ên berxwedêr xwe teslîmî tecawizkaran nekir û xwe ji qata çaran avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî. Piştî bûyerê di serî de gelê kurd ê li Mehabadê kurdên seranserê Kurdistanê tevahî jinên kurd li dijî vê yekê rabûn serhildanê. Lê dîsa jî hêrsa kurdistaniyan li dijî vê zilmê daneketiye.
Çavkanî Azadiya Welat