Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Jinan bi bêhna azadiyê çarik avêtin

Kadının Kaleminden
Hezîran 15 / 2016


 

 
Zehra Tunç
 
Jinên Minbicê û gundên derdorê bêsebir li benda azadiyê ne. Her gundê azad dibe jin destpêkê çarikên koletiya hezarî salan bizorê ser wan hatî ferzkirin di avêjin. Çarikên wekî kirasê mirinê ji wan re hatî dirutin û ew xistine navê di avêjin. Çarikên ku wekî qeder û çarenûsa jinan a jiyanê hatin dirutin û liberkirin di avêjin.
Dema ku bêhna azadiyê li wan dide di çavên wan de çirûskên kêfxweşiya azadiyê geşdibin. Bi avêtina çarikan re qêrînên huriyê ango azadî ligel tilîliyên ji çanda kevnareya jinên Rojhilata Navîn wekî nîşaneya serketinê berdewam kirî, qîr dikin û  direqisin.
 
***
 
Bi avêtina çarikan re hesreta azadî û xwebûnê di çavên wan de dibiriqin. Qet pêwîstî bi axaftinê nake, çavên wan hertiştî dibêjin. Rûyên wan ên dibin çarikan de ji cîhanê bê par mayî bi bayê azadiyê re dikenin. Porê wan ê ji aliyê qirêjiya serdestiya mêran ve heram hatî dîtin li ber bayê azadiyê li badibe û li ser rûyê wan ê biken direqisin.
 
Lê dîsan jî pêwîstî bi gotininekê dibînin ew jî spasîkirina şervanên azadiyê yên ji bo azadiya wan canê xwe kirine mertal û pêl bi pêl ber bi azadiyê diherikin dikin.
 
***
 
Jinan bêsebir çarikên mirin û koletiyê avêtin, ji bo jinên êzidiyên rastî fermanê hatin û hemû jinan bûn çiruska azadiyê. Ji bo jinên ku li Musilê ji ber ku li gorî daxwazên çeteyên DAIŞ’ê tevnagerin di qefesan de tên şewitandin bûn hêviyên azadiyê.
Jin di ferqê de ne ku tenê bi xwe dikarin parastina xwe bikin, ji derveyî wan kes nikare parastina wan bike. Jin dizanin azadî xwebûne, divê destpêkê bibin ayîdê xwe, bi xwe parastina xwe ya cewherî bikin û bi xwe biryara jiyana xwe bidin. Ji bo wê jî yekem tabura xwe ya Şehîd Jiyan Ehred avakirin.
 
***
 
Wekî jinên li lutkeyên Çiyayê Şengalê YJŞ avakirin û bi xwe parastina xwe kirin. Her jinên ji bin nîrê koletiyê serî radike û çarikên reş ên mirinê diçirînin di serî de pêwîstiya avakirina yekîneyên parastinê dibînin. Ji xwe di gerdunê de her zindiyek xwedî şêweyê xweparastinê ye. Wekî parastina gulê û sitiriyên wê. Her zindiyek di nav hewldanên xweparastinê de ne.
 
***
 
Lê pergala deshilatiya mêran ev maf ji destê jinan girtiye, ew di nav sînoran de bê parastin hiştine. Hewildaye belekên wê bidin paqijkirin, girêdayî xwebûn û parastina wê tiştekê nehêlin. Bi hezaran salane di nav hewldanan de ne lê biserneketine. Ji ber her dem jin di nav dîwar, sînor û çarikan de li benda roja azadiyê mane.
 
Ew roj jî îroye, kêliyên ku yekîneyên parastinê digihin gundê wan hema di gava yekê de çarikan diavêjin û li ber bayê azadiyê direqisin. Ji ber ku ev kêliyên herî bedewin, ji bo wan û hemû jinên li benda azadiyê ne.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin