Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Rêbaza polîtîk a destletê ji rastiya jinan bê pare

Kadının Kaleminden
Gulan 17 / 2015


 
Dorşîn Akîf
 
AMED - Rûyê modernîteya kapîtalîst ê li Rojhilata Navîn dixwaze berxwedana jinan tune bike. Dîsa dewleta Îranê û başûrê Kurdistanê bi êrîşên li hemberî jinan ket rojeva cîhanê.
 
Li bajarê berxwedêriya kurdan ê bi nav û deng Mehabadê ji aliyê endamên itlaatê yên dewletê Îranê ve jina kurd Ferînaz Xosrewanî rastî êrîşa destavêtinê hat. Jina kurd Fêrînaz wekî hemû jinên kurd dema rastî êrîşan tên dibêjin; ‘em ê xwe bikujin lê em nakevin destên we.’ Ferînaz berdewamiya kevneşopiya jinên kurd e.
 
Li hemberî vê destavêtinê çalakiya Ferînaz ji bo hemû kurdên rojhilatê Kurdistanê bû hinceta serîrakirînê. Vê carê serîrakirina kurdên Rojhilat, pêl bi pêl mezin bû û dê gelê Îranê jî bigire nava xwe. Nexwe ev serîrakirina Mehabadê, çiqas bedêl bidin jî dê bibe çalakiyeke rojane. Rêveberiya başûrê Kurdistanê jî êrîşî çalakiyên ji bo piştgiriya gelê li Rojhilat hatin lidarxistin kir û biryara girtina REJAK’ê da. Rêbaza polîtîkaya zilam li vir jî derdikeve holê.
 
Di şêwe girtina netewe dewletê de mêjiyê zilam wekî her tim rola xwe dilîze. Li ku derê jiyan hebe li wir destpêkê jin tên xistin, jin tên bikaranîn. Ger ku zilam bixwaze di nava pergala dewletê de asta xwe mezin bike, jin wekî diyarî dide. Dewlet, ji derveyê rêveberiyên ku hatine diyarkirin jiyana tu zindîwaran wekî heyînê nahesibîne. Polîtîkaya dewletgir ango polîtîkaya zilam ev rêbaza xwe zû diyar kiriye. Bêyî ku em ferq û cudahî bixin navbera dewletan hemû jî jinan wekî hev dibînin. Hemû qanûnên ku hatine derxistin ji bo parastina zilam, dewlet û desthilatdariyê ne.
 
Ji ber ku rêbaza polîtîkaya dewletgir ji rastiya jinan bêpar e. Lewre civak her tim, pirsgirêkên kûr dijî. Civak bi birçîbûyînê re rû bi rû tê hiştin. Şer her roj di hundirê civakê de tê meşandin. Bi taybetî di sê salên dawî de bi destên rêxistina terorî ya navdewletî DAIŞ’ê şerekî gelek dijwar tê meşandin. Niha êrîşa li ser jina kurd a li Mehabadê pêk hat, tu ferqa wê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengal, Kantona Kobanê û Kantonê Cizîrê tune ye.
 
Heman feraseta desthilatdariyê ev êrîş pêk aniye. Lê li vir ew kevneşopiya jinên kurd a ku Ferînazê jî bi bersiva ku da tecawizkaran berdewamiya vê kevneşopiyê, divê biguhere. Ger ku jin serîrakirina xwe negihînin teoriyê, sazîbûyînê, xwekuştina jinên kurd jî dê berdewam bike. Ango rêbaza polîtîk a jinan ew e ku divê jin li derveyi jiyana dewlet û desthilatdariyê xwe bigihînib saziyekê.
 
Çavkanî Azadiya Welat