Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Serkeftin

Kadının Kaleminden
Gulan 18 / 2015


 
Mizgîn Ronak
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tesadufek hêja ye ku em di heyva şehîdên gulanê de nêzî serkeftina hilbijartinê dibin. Nêzîkbûna li ‘tiştek’ an jî ‘armancek’ bi qasî heyecan lezgînî û metirsî hesta derengbûyînê jî bi xwe re tîne, dem her ku derbas dibe xwe li canê mirov û gerdûnê dike bizmareke zengarî. Gotin tên ser ziman û hişê mirov lê di navbera her tîpekê de bi qasê firehiya baskên qulingan dûrahî heye.
 
Niha tenê sê hefte mane ji hilbijartinê re, kar û xebat didomin û nûçe dibarin, hewce nake ku em ji hev re propaganda bikin û armanc û kiryarên dewletê bînin bîra xwe û hev. Sedemên hebûna wê ev e. Lê dema ku em êrîşên dewletê yên di van rojan de ji xwe re bikin ‘xem û astengî’, aha di wê derê de ‘astengî û xem’ dest pê dike.
 
Jixwe ku dewlet demokratîk û aştîxwaz bûya dê çi pêwîstî û girîngiya vê hilbijartinê hebûya? Ji bo ku îro 18’ê Gulanê ye divê ku em bisekinin û li ser agirê Çaran û Heqiyan, û Xelîl Çavgunan bifikirin. Astengiyên li hemberî wan çi bûn, ên me çi ne. Destkeftî û derfetên wan çi bûn ên me çi ne… Di destên Çaran de tu destkeftî nîn bûn, tenê neft û tînera ku di bin îşkenceyên dijwar de ji dijmin dizî, hebûn. Li dora wan bi dehan deriyên hesin û qeyd û bend di roj û şevên wan de hingavtin, kuştin, pelçiqandin û goştxurî hebûn. Mişk û marên faşîzmê bi saxî goştê wan dixwarin dor hatibû ser dil, mêjî, bawerî û dildariya wan… Lê wan çi kir? Ji bedenên birçî, tî, hesretdar hingavtî û dîl, kelehek ava kirin. Agir vêxistin, agirê serxwebûnê.
 
Ji bedena ku ji gelek tiştan dibizde, çawa keleh û agir hat vêxistin, çawa azadî hat afirandin? Divê em di van rojan de li ser vê rastiyê gelek biramin û tu astengiyê nas nekin. Her wiha astengiyên ku dewletê di navbeyna me û kurdên xwe de afirandiye jî ji holê rakin. Nebêjin ‘de jixwe ew AKP’î ne’ û hwd. Na. Heta kêliya din jî wisa bûn lewre dîwarê ku dewletê di navbeyna me de çikandibû hebû lê gere ji niha û pê ve ne wiha be. Bi kurtasî gere em hevokên ku dibêjin jixwe filan kes wiha, filan tişt wisa ye neynin ser ziman û jiyana xwe.
 
Lewre hevok û helwestên ku bi ‘jixwe’ yên bi vî awî dest pê dikin her tiştî li cihê wê mix dikin û mix, berî her tiştî ji xwe re asteng e. Dibe ku heta îro di hilbijartinan de wekî dûpişkê bi xwe ve dabin, an jî ji bo ku cêbên wan hatibin tijekirin nikaribin û newêribin xwe li dîwar bixin û vegerin ser rêya rûmet û rastiyê. Lê gere em di her rewşê de bi giyana Çaran û Heqiyan, tevbigerin.
 
Carna serkeftin di kêliya dawîn û israra dawîn de veşartî ye lewre… Em hevalê Heqî bînin bîra xwe, ciwanek ji Derya Reş, ne dagirkeriya li hemberî Kurdistanê dizane ne Serhildana Agirî û Simkoyan… Lê dîsa jî zikek têr yek birçî digihîje bajaran û derî bi derî, qehwexane bi qehwexane digere, dibêje. Loma jî dibe xeta serkeftinê. Pêwîst e em şehîdên xwe bi terzê xebat û jiyana wan fam bikin, nas bikin û bidin jiyandin. An na dê tenê wekî bibîranîn an jî silavdanên salewext bimîne.
 
Her dengê ji partiyên din re guleya nîşaneya nebesî û astengnasiya me ye, dûrbûna me ya ji xeta serkeftinê ye. Çawa ku Cizîra Botan bi xendekên xwe nehişt faşîzm bikevê, divê ku em di vê hilbijartinê de jî rê nedin dagirkeriyê û zanibin ku dê sersariya me bibe qereqol û dojehek ji bo me. Bi giyana 18’ê Gulanê û Kobanê serkeftin.
 
Çavkanî Azadiya Welat