Mazlumê me yê bi lez û bez
Kadının Kaleminden
Zehra Tunç
Çîroka jiyana gerîlayê HPG’ê Mazlum Erencî (Yilmaz Piling) ê di 29’ê hezîrana 2011’an de li Çemîşgezeka Dêrsimê bi, gerîlayê TÎKKO’yê Yurdal Yildirim (Muharrem) re di encama pevçûnekê de şehîd ketibû, sedema tevlibûna ciwanên kurd ên nav refên PKK’ê radixe ber çavan.
Di rasitiyê de çîroka jiyana Mazlum ne tenê çûyîna ciwanên kurd a serê çiya, di heman demê de wêneyek ji pirsgirêka kurd bi xwe ye jî. Ji ber dema ku mirov li temenê wî yê biçûk û wan hemû tiştên jiyayî dinêre baştir zu mezinbûna zarokên wekî Mazlum hîn dibe.
Mazlum sala 1992’yan di nav malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekir. Jixwe pêkûtiyên salên 90’î û helwesta malbata wî wekî her kurdekê têr dikir ku Mazlum refên xwe diyar bike. Bavê Mazlum ê ku pir jê hez dikir û navê Mazlum Dogan lê kirî her dem ew ligel xwe digerand. Cihê bavê wî jî nav saziyên rêxistinê bû. Ev jî hîn zêdetir lez da mezinbûna Mazlum.
Dema hîn Mazlum xwendekarê lîseyê bû, ji ber ku pirtûka “Çilgin Turkler” nexwend û der barê wê de nêrînên xwe negot, ji dibistana pergalê hat avêtin. Piştî dibistana pergalê Mazlum êdî berê xwe da nav generalên Apê Musa û dest bi belavkariyê kir. Ew zarokek ji temenê xwe mezintir bû, ji bo wê jî tenê bi karê belavkariyê sînor nedima û ligel belavkariyê tevli xebatên civakî jî dibe.
Di çalakiyên protestokirina jêkirina porê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Mazlum tê girtin û ligel temenê xwe yê biçuk jî rastî îskenceyên giran tê. Ewqas îskence lêkiribûn, nedikarî bimeşe lê dîsan jî seknek ji temenê xwe mezintir nîşan dida. Wê demê Mazulm 16 salîbû û ji doza zarokên kevir avêtine dihat darizandin.
Dema ku Mazlum ji girtîgehê derket dixwest tevli nav refên gerîla bibe lê ji ber temenê wî yê biçûk ew paş de vegerandin. Paşê jî biriyar da bibe rojnameger û di Rojnameya Azadiya Welat a ku ji belavkariya wê dest bi kar kirî de dest bi rojnamegeriyê dike. Di nav çend mehan de bi helwest û leza xwe ji aliyê her kesê ve tê nasîn û hezkirin. Bi qasî lezdana xebatên rojnamegeriyê lez dida lêgerînên xwe yên tevlibûna nav refên PKK’ê jî. Ji ber ew li bendê bû dema mezin bibe careke din serlêdan bike ji bo çunê.
Dawiyê li peyî şopa Gurbetellî Ersoz dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişand. Dema ku mirov jiyana wî dinêre birastî jî di aliyê lezê de matmayî dimîne. Ji ber di nav demek ewqas kin de, ewqas bi giyaneke fedayî dixebitî.
Di 29’ê hezîrana sala 1925’an de Şêx Saîd li Meydana Deriyê Çiya li hemberî desthatiyê serî netewand. Di 29’ê hezîrana sala 2011’an de Mazlum jî bi heman şêweyî li ber xwe da û heta guleya dawiyê şer kir. Mazlum seknek li gorî kalikê xwe yê çok nedaniyî û li gorî navê xwe yê di Girtîgeha Amedê de kefenê mirinê qetandî nîşanda.
Piştî ku Mazlum li kenarê Çemê Munzurê heta guleya dawî şerkir û gihişt şehadetê, her kesê ser nivîs nivîsîn. Bi navê “Mazlumê me” pirtûka nivîsên ji bîranînên wî û hevalên wî yên xebatê ji aliyê M. Emîn Yildirim ve hat amadekirin derket.
Bi qasî Mazlum, ji pirtûka bîranînên wî ya “Mazlumê me” jî tirsiyan û niha biryara komkirina wê dane.
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin