Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Çareseriya li Suriyê divê ne navendî be

Kadının Kaleminden
Gulan 20 / 2015


 
Asya Abdullah
 
Niha em li rewşa heyî ya Sûriyeyê dinêrin hêzên muxalefetê nikarin bibin dengê şoreşa gelê Sûriyeyê. Aloziya li Sûriyeyê ne mumkin e bêyî gelê kurd bê çareserkirin. Muxalefeta Sûriyeyê tu hêzê li ser erdê nagire, nikare pêşeroja Sûriyeyê destnîşan bike. Ne mumkun e aloziya Sûriyeyê bê pergaleke demokratîk a ne navendî ku mafê hemû pêkhateyan bipararêze, pêk were. Li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê geşedanên girîng diqewimin. Ev geşedan dê pêşeroja welatekî ne navendî û demokratîk ava bike.
 
Pêwîst e ew heta dawî xeta xwe ya sêyemîn bişopînin û xeta xwe ya berxwedanê zêde bikin. Niha hemû parçeyên Kurdistanê di rewşên hesas re derbas dibin, ji ber vê yekê û li gorî guhertinên tên jiyîn, pêwîst e gelê kurd ji van guhertinan feyde bigire û yekitiya xwe xurt bike. Di rewşa Rojhilata Navîn de heke gelê kurd rista xwe ya kurtkirina yekitiyê xurt neke dê her dem rastî êrîş û çewisandinê bê.
 
Gelê kurd di berxwedana Şengal û Kobanê de helwesta xwe nîşan da. Lê ev nebes e. Divê ji bo azadiya gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn têkoşînek mezin û yekitiyek xurt pêk bê. Divê êdî gelê kurd ji bo azadiyê pêşengiyê bike. Di vê pêşengiyê de rista jinên kurd diyarker e.
 
Bêguman jinên Rojava bi berxwedana xwe ya xurtbûna mînaka hemû jinên berxwedêr. Ev berxwedana jinan pêşketinên siyasî di herêmê de bi pêş xist.
 
Gelê kurd li Rojava ku ji destpêka şoreşê ve xeta sêyemîn girtibû gelek tişt bi dest xistine. Ji bo xwedîderketina van nirxên mirovî divê têkoşîn û berxwedenek xurt bê meşandin. Çawa ku gelê kurd û hemû gelên demokratîk li berxwedana Kobanê derketin divê ji bo pêşerojeke demokratîk û azad jî derbikeve.
 
Em di her kêliyê de bang dikin ku asta berxwedana xwe mezin bikin û di avakirina Kobanê de rola xwe bi awayekî aktîf bigirin. Avakirina Kobanê ji bo parastina vîna gel û berxwedana bêhempa girîng e. Ji ber vê sedemê lazim e gelê me tiştê ku bikeve ser milan pêk bîen. Avakirina Kobanê xwedîderketina li Sûriyeya demokratîk e. Çareserkirina li Sûriyeyê divê ne navendî be.
 
Çavkanî Azadiya Welat