Jin bi jineolojiyê teşiya azadiyê digerînin
Kadının Kaleminden
Dorşîn Akîf
Konferansa Jineolojî ya 1’emîn a li qadên gerîla, hat lidarxistin. Hemû jinên ku tevli konferansê bûn di nav kelecanek pir mezîn de bûn. Ji ber ku piştî bi hezaran salan jin disa teşiya xwe ya azadiyê li gorî zanista jin û jiyanê digerandin.
Di sala 2008’an de Rêber Apo paraznameya sosyolojiya azadiyê weke persektîfek jineolojî ji bo zanista jinê nîşan dabû. Wê demê heta niha jineolojî (zanista jin) zanisteke çawa xwe ava bike, rêbaza azadiyê çawa rêk bike, pirsgireka zanista civakê çi ye, zanista civakê çawa rexne dike…
Ev pirsên PAJK’ê destpêkê weke yekîne, demek şûnde jî weke komîte gelek nîqaş kirin. Herî dawî nîqaşên ku rêve dibir, gihand encamêkê. Li gorî van encaman li çiyayê Kurdistanê, hîlala zêrîn, şunwarê xudawendan, erdnîgariya afirîneriyê konferansa jineolojî ya 1’emîn li dar xistin.
Di Konferansa jineolojiyê de pirsa “zanista civakî çima û çawa pirsgirêka jin û jiyanê çareser nekir?” hat gotûbej kirin. Di serî de nêrîna zanistên rojava hat rexne kirin. Ji ber ku nêrîna rojava civak ber bi netew dewletê ve meşand. Zayendperestî, zanistperestî, olperestî, netewperestî û endustîriya hûner jin weke amûrekê bi kar anî. Jin weke hebûneke ne hat dahûrandin. Desthilatdariyê nehişt ku jin qeraxa azadiyê derbas bike. Jin her tim li gorî zilam hat dahûrandin. Jin her tim pirsgirêk bû û di heman demê de civak jî bi pirsgirekê hat tepisandin.
Ger ku jin weke pirsgirêk bê destgirtin li van deran civak nikare azad bijî. Ji ber wê yekê civak her tim bi pirsgirêk jiya. Lê ev pirsgirêk zanistên ku heye nehatiye çareserkirin. Heta berovajî vê yekê pirsgirêk her ku çû kûrtir bû. Ji ber wê yekê zanista civakê ya nêrîna rojavayê ve her tişt pênase dike, pir bi tûndi hat rexnekirin. Komîta PAJK’ê ev demeke jineolojî gotûbêj dikir. Encama gotûbêj û nêrîna jinan pirtûka nasandina jineolojî amade kiribûn. Ev pirtûk komîta PAJK’ê gelek xurt amade kiri bû.
Pirtûka jineoljî pêşkeşî delegasyonê konferansê hat kirin. Ev pirtûk bi nêrîn û pêşniyara delegasyona konferansê ve hin behtîr xweş û baş bikin û demêkê nezîk de bi hemû mirovahî re bê parvekirin. Lê ez dixwazim li vir, bi hemû xwendevanên Azadiya Welat re par ve bikim ku pirtûkeke zanistî evqas xurt, zelal, wêjeyî min nexwendiye. Ev jî, ji ekola zuha ya zanista pozîtivist re rexneyeke mezin bû. Zanist her tim ziman û ferasetekî hişk ve mirovahî, civak, gerdûn, xweza hwd. nikare şirove bike.
Gotineke heye tam li vir, holê konferansê pir xweş pêk hat “tiştên hişk yan dişkê yan jî diherife.” Hişkbûyîna zanista pozîsitîvist jî bi jineolojî re herifî. Disa di konferansê de gengeşiya jineolojî ya sazîbûyinê jî hat nîqaşkirin. Jineolojî dê xwe wek akademiyê birêxistin bike.
Akademiyên jineolojiyê, dê her aliyê jin û jiyanê bi perspektîfeke jineolojîk şîrove bike û wateyê bidê. Bêwatebûyîna modernîteya kapîtalîst re bersiva herî xurt, di vî alî de, jinolojî dê wateya jin, jiyan, zilam, civak, xweza, ekolojî, ekonomî, polîtîka, etîk, estetîk hwd bide. Konferansa jineolojî di dîrokek gelek baş de hat lidarxistin.Li Mezopotamyayê rewşa polîtîk a jin û civakê dê xurt bike.
Bersiva pir tiştan konferansa jineolojî da. Lê herî zêde ji dewleta tirk re da. Konferansa jineolojî digot: “Hûn çiqasî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav civakê de bendav bikin jî, ev bendavên we, dê bi herîkîna jinan hilweşe.” Di encamê de bi nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jineolojî, di rêya azadiyê de gav avêt. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk bê encam ma. Jin li azadiya xwe, li axa xwe ya kevnar vedigere. Her têkiliya jiyanê, her qadê jiyanê, hemû êrîşên li ser jin û jiyanê mijara lêkolîna jineolojiyê ye. Ez jî li hîlala zêrîn, li axa kevnar ya afirîneriyê, li çiyayên Zagrosan Konferansa Jineolojiyê li hemû jinan pîroz dikim. Li me hemûyan pîroz be.
Çavkani Azadiya Welat