Jineolojî ruhê şoreşa jinan e
Kadının Kaleminden
Zaxo Zagros
Piştî 5000 salan careke din li bînarên Zagrosan jinên kurd bingeha şoreşa zanistê pêş dixin. Çawa ku dayikên me yên xwedavend ji mirovatiyê re şoreşa gundîtiyê diyarî kirin û di warê zanista civakî de gelek gavên ku heta niha jî di hiş û mêjiyê mirovan de zindî ye xiluqandin; îro jî li ser vê axa pîroz jinên kurd bi pêşxistina zanista jinan yanî jineolojiyê pêşengiya şoreşekî zihnî û exlaqî dikin.
Di demeke ku herêma me di alozeyeke zihnî û ruhî de derbas dibe, pêşxistina zanista jinan pêngavekî dîrokî ye û pir bi wate ye. Rêber APO’ dibêje; “qeyran di serî û ruh de dest pê dike û piştre derbasî avahiya civakî dibe” bi rastî jî dema em li aloziya ku herêma me tê re derbas dibe mêze dikin, zelal dibe ku pirsgirêka sereke ya ku em tê de xitimîne û em nikarin biguherînin û dibe sedema kûrbûna pirsgirêkan, qeyrana di warê zanist û exlaqê de ye.
Herêma Rojhilata Navîn di nava zîhniyeta zayendperest, olperest, nijadperest û zanistperest de diperpite. Lewma jî nikare ji yek pirsgirêkên xwe re çareserî bîne. Her wiha ev jî dihêle ku her dem bi destwerdanên derve re rûbirû bimîne. Paşverûtiya civakî, dogmatîzîm, zayendperestî hiştiye ku jin û mêr di nava têlkiyên koletî û desthilatiyê de bifetisin. Ger di civakekê de her roj bi hezaran jin bi lêdanê re rûbirû bimînin, bi navê (namûsê ), bi navê (evîniyê ) bên kuştin û bi hezaran jin ji ber ku vê rewşê napejerînin xwe dikujin, gelo ew civak dikare pirsgirêkên xwe yên demokrasî, etnîkî û elxaqî çareser bike?
Bêguman ji ber heta niha di hikûmet û desthilatiyên heyî de xwe xapandineke wiha heye, lewma jî li şûna ku pirsgirêkan çareser bikin berovajî hîn bêtir kûrd ikin. Mixabin kesên ku xwe mîna (civaknas, zanyar û rewşenbîr) pênase dikin, ji ber ku xwe ji paradîgmaya oryantalîst, modernîst, zayendperest û lîberal rizgar nekirine û bûne parçekî ji desthilatiyê, ew jî bi nêrîn û hizrên xwe ev rewşa heyî derbas nakin û heta dibin an parazvanê wê yan jî dûvikê wê. Pir aşkera ye ku ger em dixwazin ji vê rewşa xirab rizgar bibin, pêwîstî bi zanisteke civakî ya ku xwe dispêre civakeke bi exlaq û polîtîk heye.
Rêber APO vê yekê baş tesbît kir û teza sosyolojiya azadî û kirdeya wê jineolojî xist rojevê. Di van salan de gelek xebat çêbûn ji bo ku ev zanist bê pênasekirin û bê rêxistinkirin. Lê cara yekê bi tevlibûna zêdeyî 100 jinên gerîla li çiyayên Kurdistanê konferansa jinelojiyê pêk tê. Li ciyê ku jinan yekemîn nasnameya xwe ya civakî afirandin û cara yekem lê windakirin konferans li dar xistin, bi hemû beşdaran re kêfxweşî û kelecanekî mezin ava kir.
Her wiha jinên kurd bi konferansa jineolojiyê diyar kirin ku ew ne tenê di meydanê şer de têkoşînê li hemberî pergala desthilatdariya mêr pêş dixin, di heman demê de ew di warê zanistê de jî têkoşînê li hemberî hemû zanistên zayendperest pêş dixin û pêşengiya şoreşa jinan dikin. Ji ber jin êdî baş zanin ku bo em xwe ji koletiyê rizgar bikin, pêwîst e em berî her tiştî hiş û hestên xwe rizgar bikin û xwebûna xwe bi afirînin. Ev jî bi jineolojiyê pêkan e.
Çavkanî Azadiya Welat