'Em bi xebatên xwe jiyana kominal avadikin'
09:41
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Ji aliyê Meslisa Jinê ya Cizîrê ve atolyaye dirunê ya bi navê Atolya Avesta hat avakirin. Ev atolye li Cizîrê atolyaya herî mezin e. Jinên di derheqê atolyeyê de axivîn gotin ku ew ne tenê ji bo pêşebirina aboriya xwe di heman demê de jiyanek kominal avadikin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Atolyeya Avesta ku ji 32 makîneyên pîşesaziyê pêk tê bi xebatên Meslisa jinê ya Cizirê ava bûye. Amadekariyê atolyeyê bi dawî dibin. Li atolyeyê bi taybetî cilên herêmî tên dirun. Ji niha ve jinên Cizîrê ji bo diruna cilên herêmi li benda vekirina atolyeyêne. Atolya ku bi keda jinan hatiye amadekirin wê di 11 Avrêlê de vebe. Emdama meclisa jinê ya Cizîrê Şukran Yalçın di derbarê avakirina atolyeyê de axivî. Şukran da zanan ku wek meclisa jinê armanca wan ya ji van xebatan di hemû aliyê jinê de jin bibin xwedî vîn.
'Dê 25 jin di atolyê de bixebitin'
Şukran bi lêv kir ku wê 25 jin di atolyeyê de bixebitin û armanc ewe ku jin di atolyeyê de jin bikarin di aliyê aboriyê de xwe li ser lingan bigirin û wiha domand: "32 makineyê me yê cûreyên pîşesazî hene û wê hilberînek lezgîn bikin. Li Cizîrê atolyeyek wiha mezin yekane ye. Em bawerin vê xebata me wê di Cizîrê de deng bide û li Botanê belav bibe. Rastiya ku hilberîn di jinê de derbas dibe ev atolye derdixe holê."
Şukran desnîşan kir ku projeyê wan yê zêdekirina îstîhtama jinê wê dewam bikin û wiha pêde çu: "Niha pirojeya me ya ku em kolana Hunerê bi jina bidin qazanckirin heye. Kolana me ya hunerê heye hima di bin dagirkirina mêran deye armanca me ewe ku em vê derê ji jina rebikin cihê jiyanê bi vê armancê emê çend karsaziyên jina li vê derê vekin."
'Em ronahiya xwe ji KJA'yê digrin'
Şukran got ku hemû xebatên wan ser rêbaza komînê pêşdikeve û ew vê ronahiyê jî ji KJA'ê digrin û wiha berdewam kir: "Em hêza xwe ji sekna KJA'ê digrin. KJA tiştê ku pergalê li ser jinê ferz kiriye red dike nasnama jinê ji nu ve tarîf dike. Ji wê bunê jî armanca me ewe ku em jiyanek ji her alîyî de hevpar pêkbînin." Şukran ji jinên Cizîrê xwest ku xedî li van xebatan derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xwedî derketina li van xebatan xwedî derketine li azadiya jinê ye. Azadiyê jinê azadiya civakê ye loma jî divê jin li hemu xebatên jinê jî xwedî derbikevin." Şukran di dawiya axaftina xwe da got ku di 11'ê Avrêlê de vekirina atolyeyê heye û wiha bang li jinê Botanêkir: "Em hemu jinên Botanê vedixwînin vekirina atolyeya xwe. Jinan kedek mezin daye vê xebatê û em li hêviyêne ku piştî vekirinê ji jin li vê kedê xwedî derbikevin."
'Em ji bo dewlemendiya aborî û çanda xwe dixebitin'
Berprisa atolyeyê Emine Yilmaz Aktaş jî dîyar kir ku ji bo jin di aliyê aboriyê de pêşde biçin ev atolye derfetek mezine û wiha axivî: "Ev derfet ji bo me glelek giringe. Em niha 25 kes dixebitin lê di demên pêş de em dixwazin karê xwe bi awayê koperetifan mezintir bikin û jîyana komin ava bikin." Emine desnîşan kir ku jinên vê derê ji ber ku derfetên kar ninin diçin Rojavayê Tirkiyê dixebitin. Li şuna jin herin li wan deran kar bikin derfetê wan li vir çêbibe di nav çand û civaka xwe de bixebitin çêtir e û wiha pêde çu: "Em li vê derê cilên çanda xwe çêdikin û em pê serbilindin" Emine got ku ew li vir di nav jiyanek komînal de dixebitin û wiha dewam kir: "Em li vir ne wek jiyana ku di metrepolan de didin peşîya me dijîn. Em li vir bi her awayî jiyanê bi hev re par dikin. Armanca me ew ku jin li vê derê hem bixebitin, hem kêf bikin him xwe pêş bixin, hem ji bo xwe pîşe bigrin him jî aborîya xwe avabikin."
Yek ji xebatkara atolyeyê Feyime Yildiz jî diyar kir ku îro jin ji her aliyî ve xwedî li xwe derdikeve û wiha avivî: "Em bi keda Rêbertiya xwe hatin vê astê. Em li vê derê him aboriya xwe avadikin hem jî li çanda xwe xwedî derdikevin."
(ma/zt)