Jinên Cizîrê atolyeya Avesta ya dirunê vekir

15:30

JINHA

ŞIRNEX- Li Cizîrê jinan ji bo ku aboriya xwe bi rêve bivin atolyaya dirunê ya bi navê Avesta vekirin. Ev atolya di Cizîrê de atolya herî mezin e.

Jinên navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo xwe di aliyê aboriyê de serlingan bigirinin atolyeya dirunê ya bi navê Atolya Avesta vekirin. Di atolyê de 32 mekine hatine bicîh kirin. Di merasîma vekirina atolyeyê de Meclisa jinê ya Cizîrê, rêvebirên HDP û DBP'ê, Endamê meclisa dayikê aşitiyê, gelek sazî û dezgeh amadebûn. Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret axivi. Leyla ji kesên ku keda wan di atolyeyê de derbasbûye re spasiya xwe anî ziman û wiha got: "Wê li vir gelek tiştên xweş bêne çêkirin." Leyla bang li jinê Cizîrê kir da ku piştgirî bidin vê atolyeyê û hemu cilên xwe li vir bidin çêkirin û wiha domand: "Em keda KJA'yê keda meclisa jinê ya şaradariyê ji bîr nakin." Leyla bi bîr xist ku di dîrokê de jinê ta û derzî icad kiriye û ev xebat jî dewama wê ye. Leyla wiha dawî li axaftinê xwe anî, "Em ji bo mirovahiyê dibêjin jin jiyan azadî."

Piştî axaftinan jin bi tilîliyan ketin hindirê atolyayê.

(ma/zt)