Kubra bi keda xwe karê xwe avakir

10:46

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Li gel hevserê wê û derdor li hember kar kirina wê derdiketin jî du sal berê dest bi çêkirina tiştên zaroka kir û ser sîteya înternetê digihişt yên pêdiviya wan pêheye, niha jî êdî Kubra pêre nagihe bibe bersiva mijteriyên xwe. Kubra ji bo karê xwe wiha dibêje: "Divê jin wî rolê dayîktiyê yê jêre hatî dayîn bişkîne û li gorî xwe modelek û cîhanekê avabike."

Li Tirkiyeya ku îstihdama jinan kême, jin bi xwe hewildidin derfetên kar ji bo xwe avabike. Kubra Azboy ya 22 salî bi kincên zarokan yên çêdike ser sîta înternetê digihîne mişteriyan. Li gel astengiyên derdorê jî Kubra wiha got: "Ezê perê xwe bi xwe qazanc bikim. Dema ku jin tekoşînê bike dikare deshilatiya mêran hilweşîne."

'Min gav paşde ne avêt û tekoşîna xwe domand'

Kubra ser înternetê dema ku sîteya xebatê dîtiye bi gotina "Ez jî dikarim vî karî bikim" despêkiriye wiha axivî: "Berî niha du salan ser înternetê ez rastî vî karî hatim û gelek pê bandor bûm. Hema ez ji bo xwe fikirîm gelo ez dikarim vî karî bikim? Ji ber ez zewicîbûm hevserê min û derdora min li hember vê daxwaza min derketin. Wan bi gotinên weke 'Zarokên te hene, tu dê nikarê her du karan bi hev re bibê.' Dixwestin pêşiya min bigirin. Heta hevserê min digot: 'Ji xwe ez di xebitim, pêdivî bi pereqazanc kirina te nîne' lê min di biriyara xwe de îsrar kir. Min gav paşde neda û hevserê xwe îqna kir. Bi xebatê hem ez li xwe û hem jî li zarokên xwe dinêrim."

(zt)