Di pergala mêtînger de navê karkerên demsalê pir ked kêm qazanc!
09:28
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Koçberiya karkerên demsalê yên ku li bajarê wan nebûna navendên îstihdamê her sal neçarî koçberiya aliyê rojavayê Tirkiyê dibin despêkiriye. Karkerên demsalê yên ku ji bo kar koçber dibin û cihên ku diçinê jî rastî gelek zoriyên weke êrîşên nijadperetan tên dixwazin li bajarên wan derfetên kar bên dayîn.
Li Tirkiyê karkerên demsalê yên ku hijmara wan ji sed hezaran derbasdike bi germbûna hewayê re dikevin ser rêya koçberiyê. Bi deh hezaran karkerên demsalê yên ji navendên herêmê diçin aliyê rojavayê Tirkiyê di şertên zor de dixebitin. Karkerên demsalê yên ku 8 mehan li koçberiyê dimînin karên weke komkirina findiq, bitatan, pembû û avdaniyê dikin. Karkerên demsalê cihên ku diçinê rastî astengiyên weke êrîşên nijadperestî, nebûna şertên jiyanek bi tendurist û bê ewlebûnê tên. Karkerên ku di germa havînê ya herî bilind de kar dikin bi sarbûna hewayê re di mehên mijdar û kanunê de vedigerin cihên xwe. Di rêwîtiyê de jî di pişta qamyonan de diçin û tên gelek caran bi qezayên tirafîqê di rojevê de tên dîtin. Ji bajarên ku koçberiya karkerên demsalê ber bi navendên rojavayê Tirkiyê ve despêdike jî Êlihe.
'Weke kolan dixebitînin'
Malbatên Êlihê bi rojane amadekariya koçkirina karkeriya demsalê dikin. Malbatên ku koç dikin ji xizim, cîran, dost û hevalên xwe xatir dixwazin, hemû pêdiviyên xwe yên jiyanê li gel xwe digirin û di saetên serê sibê zu de li îstasyona şemendefiran amade dibin. Karkerên demsalê piştî rêwitiya dirêji ya çend rojan digihin deverên lê kar dikin. Jinên Êlihê yên ku ji Êlihê bo xebatê diçin navendên rojavayê Tirkiyê ji ceribandinên xwe yên salên derbasbûyî ketin rê û zoriyên jiyana xwe ya kar ji ajansa me re par kirin. Ji wan jinan Milkiye Tunç ya 43 salî diyar kir ku bi mehan weke kolan dixebitin û cihê keda xwe dahatek gelek kêm digirin. Dayîka 6 zarokan Mulkiye da zanîn ku bi salane ew dixebitin û rojê 40 lîra digirin, ji berê digirin jî ji sedî 10 didin navberkar. Mulkiye destnîşan kir ku niha xwe amade dike li gel 4 zarokên xwe yên temenê wan navbera 5 û 20 saliyê de ji bo karkeriya demsalê koçbikin û neçare keçka xwe ya 10 salî jî li gel hevserê xwe bihêle.
'Ji nedîtî ve li keda me dinêrin'
Mulkiye derbirî ku ji ber astengiyên aboriyê her sal weke karkerên demsalê dixebitin û wiha got: "Astengiyên em dikêşin herî zêde jî di rêwîtiya me ya ber bi cihê kar ve despêdike. Carnan di rêwîtiyek 24 saetan de em gelek xirab dibin. Em bi komî diçin. Ji ber em di demsala havînê de dikevin rê em di rê de gelek zoriyan dikêşin û heya em digihin cihê xwe lingên me hemûyan di werime." Mulkiye anî ziman ku ew 10 saetan dixebitin tenê navbera xwarinê didinê û 15 deqeyan weke bêhindan didin û wiha domand: "Dema ku em li Derya Reş karê komkirina findiqan dikin ji ber her dem em ber bi erdê ve çemandîne pişta me di êşe û lingê me diwerime. Em gelek saetan dixebitin, li gel bi dehan saetên kar jî malbatên em karên wan dikin ser serê me radiwestin û her dem bi gotinê lezê bikin ser me de qêr dikin."
Pir kar kêm qazanc!
Mulkiye wiha qaza zoriyên karê ku dike kir: "Carekê ez gelek westiyam min xwest ez serê xwe rakim û hinek pişta xwe duz bikim. Lê dema ku min serê xwe rakir ser serê min mêrek rawestabû bi gotinên 'ne sekinin' qêr dikir, min cardin serê xwe çemand, lê ji ber êşa pişta xwe min xwe negirt û ez dirêjî erdê bûm. Ez wê demê 2 rojan li nexweşxanê mam û paşê jî cardin vegeriyam cihê kar. Keda me tê mêtînger kirin. Keda em didin gelek zêdeye, lê deskeftiyên em bi dest dixin gelek kême. Deskeftiyên ku em maf dikin bi dest naxin. Em hember keda xwe ya serê sibê heya êvarî 40 lîra digirin. Ew perê em digirin jî ji sedî 10 em didin navbeyînkar. Em bi xwe daçuna xwarin û rêya xwe didin. Gelek caran mafê me dixwin û perê me jî bi kêmanî didin me."
'Divê cihên kar bên vekirin'
Mulkiye derbirî ku piraniya karkerên demsalê kurdin û wiha berdewam kir: "Em dixwazin li welatê me derfetên kar ji bo me bên vekirin. Her dem em kurd neçar dimînin ji derveyî Kurdistanê bixebitin. Heger li Kurdistanê derfetên kar bên dayîn emê ticarî dernekevin derveyî Kurdistanê. Em naxwazin biçin navendên cuda û bibin kolê gelên cuda, lê di van şertan de em neçarin biçin. Em dixwazin li welatê me derfetên kar bên dayîn û em li welatê xwe bixebitin."
'Jin çar caran qasî mêran dixebitin'
Mulkiye da zanîn ku tenê jin ne ji derve dixebitin û wiha dom kir: "Dema ku em diçin navendên Tirkiyê em ne tenê ji derve dixebitin. Em bi derketina rojê re heya şevê ji derve dixebitin û dema ku em vedigerin cihê xwe jî xwarinê çêdikin, firax û kincan dişon û malê pak dikin. Heya saet 23.00'an em di xebitin. Em jin rojane wiha dijîn. Jin sê car ji mêran zêdetir dixebitin."
'Em hewil didin zigê xwe têr bikin'
Dayîka 8 zarokan Pembe Aslan ya 42 salî ku 10 salin weke karkera demsalê dixebite jî wiha axivî: "Di karkeriya demsalê de karê min nekirî nemaye. Ez çume karê çapê, komkirina pembû û findiqan. Min şivanî kiriye, karê min nekirî nemaye. Ev 10 salin bi vî awayî dixebitim. Emê piştî 3-4 rojên dinê biçin navçeya Panosa Agiriyê şivaniyê bikin. Ezê 2 zarokên xwe bibim û biçim 5-6 meh paşê emê vegerin. Dema em nû diçin baran û heriye paşê jî germa zêde despêdike. Mînak emê niha biçin hîna berf li erdêye gelek sare lê piştî demekê dê vêcarê germa zêde despêbike."
'Heger em neçar nemînin naçin'
Pembe da zanîn ku ew gelek zoriyan dijîn û wiha domand: "Heger em neçar nebana ne diçun. Dema ku em diçin weke ku emê biçin mirinê, ez digirîm lê ji neçarî diçîn. Min 2 keçên xwe ji neçarî ji dibistanê der xistin ji ber nebûna rewşa aboriyê ew jî di xebitin. Heger li Êlihê derfetên kar hatibana avakirin em rastî van zoriyan ne dihatin."
(zt)