Li Kurdistanê 1'ê Gulanê dê li Êliyê bê pîroz kirin
11:04
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED - Dê li Bakurê Kurdistanê îsal 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê bi duruşma "Emê bi giyana Kobanê jiyana nû avabikin" li Êlihê bê pîroz kirin. Sekretera Kar ya Gişti ya Jinan ya DÎSK a Amedê Seher Eyupoglu di serî de banga tevlîbûna mintîngê li hemû jinan kir û got: "Emê li Êlihê dengê xwe bi hemû cîhanê bidin bihîstin."
Konfedresyona Sendikayên Karkerên Raya Gişti (KESK), Konfedrasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekgirtina Odeyên Pîşesaz û Mîmarên Tirk (TMMOB), Turk, Îş, Hevgirtina Tabîbên Tirk (TBB) û bi pêşengiya Petrol Îş yên Amedê 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê bi duruşma "Emê bi gihana Kobanê jiyana nû avabikin" mitînga ku dê li herêma Bakurê Kurdistanê pêkbê amadekariyên wê li Êlihê tên kirin. ekretera Kar ya Gişti ya Jinan ya DÎSK a Amedê Seher Eyupoglu di derbarê bernama 1'ê Gulanê ya Êlihê de agahî da û diyar kir ku wan bi raya Kedkarên Herêma Bakurê Kurdistanê biriyara pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Êlihê dane.
'Emê mafê xwe biqêrin'
Seher bilêv kir ku 1'ê Gulanê di encama keda karkeran de hatiye avakirin, ji ber wê jî ji bo karkeran xwediyê giringiyek mezine û wiha domand: "Dê karker 1'ê Gulanê dakevin qadan û ji bo bidest xistina mafê xwe biqêrin. Ji ber qadên ku karker herî zêde xwe têde îfade bikin qadên 1'ê Gulanê ne. Di roja me ya îro de jî hîna mafê karkeran nayê dayîn. Ji ber wê jî emê li qadan mafê karkeran dayînê nîşan bidin. Ji jinên karkerên di malan de dixebitin heya yên di karkeriya demsalê de dixebitin divê hemû dakevin qadên 1'ê Gulanê"
Dê bi meşê biçin qada mitîngê
Seher wiha bernama 1'ê Gulanê ya Êlijê vegot: "Emê weke DÎSK cejna 1'ê Gulanê ya herêma Kurdistanê li Êlihê pîrozbikin. Ev biriyarek ya hemu kedkarên herêma Kurdistanê ye. Her sal me li Amedê pîrozbahî dikir, lê îsal me biriyara ku li Êlihê pîrozbahî bê li darxistin da. Weke kedkar emê li Êlihê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê."
Banga 1'ê Gulanê
Seher di serîde jin bang li hemû kedkaran kir ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan û ji bo mafê xwe dengê xwe bilind bikin û got: "Ji bo wate û giringiya 1'ê Gulanê divê hemû karker û kedkar wê rojê li qadan bin."
(zt)