Jinên Kedkar dê 1'ê Gulanê li hember dagirkirina Kedê li qadanbin

11:59

Tekoşin Tekin- Nurcan Yalçın/JINHA

AMED - Jinên Kedkar dê 1'ê Gulanê li hember dagirkirina kedê derkevin qadan û bi durişmeya 'Ji dagirkirina kedê re na' dê biqîrin. Jinên Kedkar heman demê de dê dengê xwe li hember qetilama jinan, nêzîkatiyên zayedperestî û dagirkirinê jî bilind bikin.

Jinên Kedkar ên Amedê bi armanca 1'ê Gulanê roja Cejna Kedkarên Cîhanê dê çalakî bi durişmeya 'Ji dagirkirinê re na' li darbixin. Kedkarên Jin yên li Herêma Organîzeya Sanayi ya Amedê dixebitin diyar kirin, her qadê ku ked lê tê dayîn roja 1'ê Gulanê pêwîste veguhere roja berxwedanê. Ji kedkarên Jinan Ayşe Çapraz bal kişand ser mercên ku jin têde dixebite û wiha got: " Derfet û mercê jinan ya xebatê ji yê mêran zêdetire,ji ber em li mal û derve ked didin. Ji ber vê yekê pêwîste mercên xebatê ya jinan bêne rihet kirin. Pêwîste mercê karê me bi rêgezên zagonî were meşandin.". Ayşe diyar kir ku dewlet hem di warê aborî hem jî di warê civakî de piştgirî nedaye û dê ew roja 1'ê Gulanê li qadan mafê xwe bixwezin.

'Em bi tekoşînê dikarin bi serbikevin'

Ji kedkarên Jinan Hulya Demîr jî diyar kir ku ew 4 salin di şert û mercên zehmet de li tekistîlê dixebite û wiha got: " Pêwîste jin di mercên başde bixebite. Di serî de jin û hemû kedkar ji bo mafên xwe pêwîste têkoşînek rêxistinî bidin. Kedkar ji bo mafê xwe pêwîste sere xwe rake. Ji ber em bi têkoşînê dikarin mafê xwe bi dest bixin. Roja 1'ê Gulanê buyîna roja bihinvedana fermî tiştek xweşe lê ev bihin vedan ne ji bo hemû kadkaran derbas dare. Emê ji bo mafên xwe roja 1'ê Gulanê derkevin qadan.".

'1'ê Gulanê emê li qadan bin'

Songul Olta anî ziman ku salên dem dirêj ew xebitiye û diyar kir ku jin tu car bersiva kedê xwe ne girtine. Songul her wiha bi lêv kir ku, ew xwestiye ser piyên xwe bisekine,lê ji ber şert û mercên kar yên zehmet ew gelek ji hal ketiye. Songul da zanîn ku ji bo xwestina mafên xwe dê dakevin qadan û wiha got: " Emê daxweza maf û mûçe ya hevpar bikin. Li aliyê din jî emê dengê xwe li hember,qetilamên jinan,ferasetên zayendperest û dagirkirinê jî bilind bikin.".

'Jin ji mêran bi serkeftîtirin'

Xebatkara û muhasebecya Karxaneya tekstîlê Hulya Arikan jî diyar kir ku ew 15'e salin dixebite û rastî gelek zehmetiyan hatiye. Hulya di heman demê de wiha got: "Ji ber ku em bi awayek fermî girêdayî saziyên pergalê dixebitin mafê me tê dagir kirin. Jin ji bo ku ser piyên xwe bisekinin û xwe mûhtacî tu kesî nekin neçar dimîne ku bixebite. Lê li hember vê yekê jî, ji aliyê mêran ve jî biçûk tê xistin, jin bê hêz dibinin. Lê mêr xwe dixwapîne jin ji mêran bi serkeftîtirin."

Hulya da zanîn ku ewê roja 1'ê Gulanê derên qadan û ji bo mafê xwe qîrbikin. Hulya di dawiyê de wiha got: " Emê derên qadan û mafê xwe biparêzin. Em bang li hemû karkerên ku mafê wan tên bin pêkirin û rastî şîdetê tên roja 1'ê Gulanê ji bo daxwezê mafên xwe li qadan bin.".

(rc)