Karker di 1'ê Gulanê de dê biçin Êlihê
13:36
JINHA
AMED - Platforma Şaxa KESK'ê ya Amedê bi daxuyaniyekê saziyên ked û gelê bajarên Sêrt, Şirnex, Amed, Mêrdîn û Êlihê ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê vexwend şahiya ku li Êlihê were lidarxistin.
Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê bi daxuyaniyekê saziyên ked û gelê bajarên Sêrt, Şirnex, Amed, Mêrdîn û Batmanê ji bo pîrozkirina 1'ê Gulan roja kedkarên cîhanê vexwend şahiya ku li Êlihê were li darxistin. Daxuyanî li avahiya Tarım Orkam-Senê hat dayîn. Endam û rêveberên Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Demê yê KESK'ê Cemîl Akay ve hat xwendin. Cemîl diyar kir ku ew ê roja 1'ê Gulanê bi şîara "Demkorasî, azadî, wekhevî û aştiyê" pîroz bikin û wiha got: "Divê em di vê dema ku keda mirovan tê xwarin, jiyana bê ewlehî û parvekirina bêdadî gihiştiye asta herî bilind de divê em 1'ê Gulanê bi coş pîroz bikin." Cemîl destnîşan kir ku cînayetên kar ên ku her roj bi destê hikûmeta ku pergala kapîtalîst dimeşîne tên kirin nîşan dide ku hêj komkujiyên wek Soma û Ermenekê berdewam dikin. Cemîl da zanîn ku di danezanên partiyên siyasî de diyar dibe ku wê siyasetmedar di koşkan de bijîn û kedkar jî bi jiyana bê ewlehî re rû bi rû bimînin.
Cemîl diyar kir ku polîtîkayên li ser kedkaran tê meşandin kedkaran neçarî koçberiyê dikin û wiha pê de çû: "Ji bo li dijî hemû polîtîkayên ku kedkaran koçber dike, têkoşîna kedkaran asteng dike, kedkaran dikuje, kujerên kedkaran bê sûc dibîne, keda kedkaran dixwe û hemû mafên kedkaran ji dest digire re bêjin na, em gelê xwe vedixwînin pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Êlihê.".
(rc)