Li Denizliyê karkerên jinên testilê li hember mêtîngeiya kedê dibêjin HDP e

11:03

Handan Tufan / JINHA

DENİZLİ - Jinên ciwan yên li Denizliyê di testîlê de dixebitin diyar kirin ku ew rojê 12 saetan bê sîgorta dixebitin, ewlehiya canê wan nîne û rastî bêmafiya patronan tên. Karkerên jin dan zanîn ku li hember mêtîngeriya kedê tenê partiya ku ew têde xwediyê mafê gotinê bin HDP ye û dê dengê xwe bidin HDP ê.

Di gelek fabrîqeyên testîlê yên Denizliyê ku yek ji bajarê Tirkiyê yê pîşesaziyê ye keda karkeran tê mêtînger kirin. Di serê vê mêtîngeriyê de jin tên. Jinên ciwan yên rojê 12 saetan dixebitin serê sibê saet di 08.00'an de dest bi kar dikin, saeta derketinê gelek caran ne diyare. Jinên ciwan yên temenê wan di nava 16 û 18 saliyê de tê guhertin karê ku dikin û keda wan ya tê mêtînger kirin vegotin.

'Em rojê 12 saetan dixebitin'

Ji karkerên jin yên testilê Zehra Çetin ya 18 salî diyar kir ku ew serê sibê saet di 06.00'an de şiyar dibe û bi servîsê xwe digihîne cihê kar û got: "Min di 15 saliyê de dest bi kar kiriye. Di rojê de em 12 saetan dixebitin. Serê sibê em saet di 08.00'an de despêdikin, lê saeta me ya derketinê ne diyare. Ewlehiya canê me nîne. Ez dixwazim ser makînê runim, lê ji ber destê min ne bi leze nahêlin ez runim. Min qet nexwestiye sîgorta çêkim. Ji ber dema ku em vê talebê dikin bersiva me nizanim. Ji ber wê jî ez tiştekê nabêjim. Ji ber dema tiştek bê serê min divê ez bi xwe bersiva wê bidim. Ewlehiya kar nîne. Em her hefte 200 TL digirin. Li cihê karê me Afgan jî dixebitin. Ji derveyî çend kesan qet kesê sîgorta nîne."

'Em jiyanek hîn xweşiktir dixwazin'

Fatma Uçar ya 17 salî jî 3 salin di testîlê de dixebite anî ziman ku ew weke makîneyan dixebitin û wiha domand: "Mînak ji me bi saetan hijmaran digirin. Dema ku hijmara dixwazin em didin vê carê hijmarek hîn zêdetir dixwazin. Dema ku em hijmar nedin jî bêmafiyê li me dikin. Baştir nêzî mêran dibin, dema xetayek biçuk yê jinan derket fatora wê zêdetir giran dibe. Min û xwişka xwe me dibistan hêla û dest bi kar kir."

'Ji bo me dibêjin weke makîneyan bi xebitin'

Gulsum Uçar ya li gel xwişka xwe Fatma bi hev re dixebitin jî wiha dibêje: "Karên tevlîhev didin me. Petrona me jine gelek zoriyê li me dike. Ji bo me dibêje 'weke makîneyan bixebitin.' Ji xwe ticarî sîgorta me çênebûye. Em her dem di nava tevgerêdenin. Tenê heftiyê rojek bêhindana meye. Heta wê rojê jî tên me ji malê digirin. Yanî heta bêhindana me jî nîne."

'Tanê partiya me rizgar bike HDP ye'

Rojdaya 17 salî jî ev 3 salin di testîlê de dixebite. Rojda anî ziman ku her dem ew rastî bêmafiyan tên û got: "Dema ku em xetayek biçuk jî bikin li me bêmafiyan dikin. Em weke makîneyan rojê 12 saetan dixebitin. Dema ku dixebitin xeyalan çêdikim. Li cihê ku dixebitim her dem qala siyasetê dikim. Ez ji bo wan HDP'ê vedibêjim, hêza me ji wê rizgar bike tenê HDP ye. Li cihê ez lê dixebitim her dem ji bo yên HDP'ê na nasin û dur disekinin HDP'ê vedibêjim. Tayîbetî jî ez ji bo jinên ciwan yên di temenê xwe de HDP'ê vedibêjim."

(zt)