Jin dê li hember mêtîngeriya kedê ya du alî li Êlihê bin
11:19
JINHA
ÊLIH - Li Êliha ku dê weke navendî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bike amadekarî qediyane. Ji Sendîkaya Petrol-Îş ê Deniz Aydemir got: "Dêv jin, ciwan, karker, kedkar, bê kar û hemû kesîmên civakê bi kelecanek mezin li keda xwe xwedî derkevin."
Dê mitînga Cejna 1'ê Gulanê ya herêmê bi duruşma "Emê bi giyana Kobanê jiyana nû avabikin" li Êlihê bê pîrozkirin. Dê di 1'ê Gulanê de gel dakevin qadan û mafê xwe bixwazin û dengê xwe bidin bihîstin. Lê Êlihê ji bo pêşewazîkirina karker û kedkaran hemû amadekarî qediyane. Endama Desteya Şaxa Sendikaya Petrol-Îş ya Êlihê Deniz Aydemir wiha axivî: "Ez despêkê Cejna 1'ê Gulanê li jinên ku bi keda xwe xwe didin jiyan kirin pîroz dikim. Li hember mêtîngeriya keda jinan û nedana nîşandan ya keda jinan emê li qadan cîh bigirin."
'Her roja diçe şertên jiyana karkeran xirab dibe'
Deniz diyar kir ku saetên kar zêde kirine û li hember wê jî muçe kêm kirine û wiha domand: "Her diçe şertên jiyana karkeran zor dibe. AKP hewildide hinek sendikayên nêzî xwe bi xwe ve bide girêdan."
'Jin rastî mêtîngeriya kedê ya du alî tên'
Deniz balkişand ser pergala heyî û polîtîkayên ewlehiya civakî û wiha berdewam kir: "Keda jinê ya di nava malê de weke peyîwir nayê dîtin. Divê keda jinê ya dinava malê de ji aliyê merê, dewletê û di heman demê de ji aliyê civakê ve bê zanîn. Keda jinê tê mêtînger kirin, desteserkirin û ji nedîtî ve lê tê nêrîn. Li hember van hemûyan emê cihê xwe di qadên tekoşînê de bigirin."
Deniz di dawiyê de anî ziman ku mitînga mezin ya Cejna 1'ê Gulanê ya herêmê li ber Nexweşxana Farabî tê li darxistin.
(zt)