Nirxandinên jinên kedkarên Rojava derbarê 1'ê Gulanê de
13:31
Dîdem Elî/JINHA
SERÊKANIYÊ - Jinên bajarê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê ya Rojava di derbarê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku di her qada jiyanê de herî zêde jin kedê didin, lê keda wan nayê dîtin û gotin: "Divê jin li keda xwe xwedî derkevin û di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin bikin."
Bi armanca 1'ê Gulanê jinên kadker ên bajarê Serêkaniyê ya Kantona Cizîrê ya Rojava nerînên xwe anîn ziman. Jinên ku di nava zeviyan de kar dikin nerînên xwe bi ajansa JINHA yê re parvekirin. Jinan destnîşan kirin ku 1'ê Gulanê ji bo tevahî jinan rojeke pîroze. Jina bi navê Zehra Hesen Qidû ya ku di nava zeviyan de dixebitî, ji bo 1'ê Gulanê axivî û got: " Meha gulanê ji bo hemû kedkarên cîhanê wek meheke pîroz e. Di nava pergala desthilatar de mafê jin û karkeran tê bin pêkirin. Jin di her qadê jiyanê û li mala xwe jî rastî bin pêkirina mafên xwe tê. Ez ji zaroktiya xwe ked didim lê her car kedê me ji nedîtî ve tê.
'Afrînerî di xwezayê jin de heye'
Zehra destnîşan kir kû, jin xûdî hêza avakirina jiyanê ye û wiha bi lêvkir: "Raste mêr dixebite, lê belê dervî karê ku dike karek din nikare bide meşandin ji ber afrînerî di xwezayê wan de tûneye. Di xwezaya jinê de afrandin gelek kar bi hevre kirin heye. Jin hem di qadên siyasetê de, di nava zeviyan de û di mala xwede dixebite."
'Rastiya roja 1'ê Gulanê di kedê karkeran de veşartiye'
Zehre di axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Li Rojavaya Kurdîstanê jin bi raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan têkoşînê didin. Yek ji wan jinan jî ezim. Ez xwîna kurê xwe Ş.Masîro diyarê Kurdîstanê dikim û li Rêber APO pîroz dikim. Em bi nirxê şehîdên xwe li vir têkoşînê didin."Zehra bi van hevokan dawî li gotina xwe anî: "Di serî de roja 1'ê Gulanê li karkerên cîhanê û bi taybet şervanên YPJ'ê pîroz dikim,kedê wan şervanan li ber welat geleke pêwîste mirov vê yekê ji bîrneke."
'Divê jin li keda xwe xwedî derkeve'
Her wiha jina bi navê Xedîce Mihemed derbarê 1'ê Gulanê de wiha peyivî: ''Di nava civakê de jin her kole dihat dîtin, ji bilî karê malê her karê din dike. Karê jin karê herî zehmet e, lê jin her wek kole dihesibandin." Xedîca wiha axaftina xwe bi dawî kirin: ''Banga min ji bo tevahî gelane ku li keda jinê xwadî derbikevin, ji ber jin civake û bê jin civak tune.''
(rc)