Buroya Stenbolê: Zêdetirî 70'ê kes hat binçav kirin

12:58

JINHA

STENBOL - Polîsên ketina karker û karmendan a Qada Taksîmê qedexe kir û êrîş bir ser koma ku dixwest derbasî qadê bibin kir. Li gorî daxuyaniya Buroya Stenbolê 70'ê kes hatine binçav kirin.

30 endamên Partiya Komunîst ketin Qada Taksîmê ya polîsan dagir kirî. Koma ku ji 50'î kesan pêk tê ji Cengaver Xanê ya li cem Otela Hîll a Taksîmê derketin ketin Taksîmê û polîsan êrîş li komê kir. Komê dirûşmeyên "Taksîm qada 1'ê Gulanê ye" û "Bijî Yekê Gulanê" berz kirin û ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Heman komê li Cengaver Hanê pankarta "Ji bo wekhev û azadiyê pergala mêtingeriyê ji holê rabike" daliqand.

Li gorî daxuyaniya Buroya Stenbolê ya Twîtterê de hatiye kirin, hêjmarên kesên hatine binçav kirin gihêşte 70 kes.

(rc)