Mitînga 1'ê Gulanê ya Êlihê despêkir

14:04

JINHA

ÊLIH - Ji 6 navendên ku ji bo beşdariya mitînga 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a ku li navenda Êlihê hatî derxistin bibin ketin nava bajêr. Ji çara aliyan ve ber bi cihê mitîngê ve beş hat li darxistin.

Karkerên ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran ji navendên weke Amed, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Colemêrg û Wanê ketin rê gihiştin cihê pîrozbahiyê Êlihê. Li Çaryana Êlihê endamên sendîka û saziyên sivîl yên ji navendên cuda bi wesayîta ketin rê bi qorneyên welayîtan, flamayan û şanaziyek mezin ya welatiyan hatin pêşewazîkirin. Kedkar li wê ji wesayîtan hatin xwarê û ketin meşê. Di meşê de DÎSK, KESK, TTB, TMMOB, HDP, HDK, DBP, ESP, SYKP, Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek, Parlementera HDP'ê ya Êliyê Ayla Atak Ata û namzetên parlementerên HDP'ê yên Êlihê jî di nava meşê de cîh girtin. Kedkaran pankartên weke "Gelê ku di Newrozê de li ber xwe dan di 1'ê Gulanê de jî ji bo azadiyê dimeşin û dê jiyana nû avabikin", "Bi awayê dadwerî- demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd dê Tirkiye ronî bibe" û "Dahata petrolê ji bo gel bimîne" vekirin. Di meşê de duruşmên weke "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bijî 1'ê Gulanê" bilind kirin.

Bi kelecan daketina kedkaran ya qadê mitîngê despêkir.

(zt)