KJA yê êrîşên polîsan yên 1'ê Gulanê şermezar kir

16:22

JINHA

AMED - KJA yê êrîşên polîsan yên ser qadên 1'ê Gulanê şermezar kirin.

Kongra Jinên Azad (KJA) êrîşên polîsan yên ser Karker û Kedkarên ku ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê daketin qadan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji dîrokê heya niha hemû nirxên dîrokî yên bi destê jinan atîn afirandin bi destê pergala deshilatdar tên tinekirin. Îro jî mudaxeleyî gelê ku ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê ya ku li her deverên cîhanê tê pîrozkirin bi lîlandin û rengê xwe xwestin dakevin qadan kirin. Îro carekdinê nîşanî meda ku çawan mêtîngeriya kedê dikin. Li Stenbolê ji 150 welatiyan zêdetir darb kirin. Her wiha li Îzmîrê jî şideta polîsan balê dikişîne.

(zt)