'Pêwîste her jinek aboriya xwe ya xweser avabike'

09:28

Newroz Dijwar/JINHA

SİLÊMANÎ - Li xwaringeha Karadagê ya bajarê Silêmaniya Herêma Federala Kurdîstanê jin rastî eleqeyek mezin tên. Berpirsyara xwaringehê Xanim Mihemed diyar kir ku, pêwîste her jinek aboriya xwe ya xweser avabike.

Li bajarê Silêmaniyê xwaringeha Karadagê ya ku bi deste jinan tê rêbe birin, rastî eleqeyek mezin tên. 4 Jinên ku li xwaringehê dixebitin bi çêkirina xwarinên cur be cur debara xwe ya jiyanê dikin. Xanim Mihemed ji sala 2008'ê û vir ve hem mamoste ye, hem li xwaringehê xwarinê çêdike û hem jî li Zanîngeha Silêmaniyê endezyartiya qompîtêrê dixwîne û bi vî awayî aboriya xwe ya xweser avakiriye. Xanim da zanîn ku qadên ku lê jin bixebite tune ye û wiha got: " Hişmendiya gelek kes napejrîne ku jin li vir xebatek ser bixwe bide meşandin. Lê me vê ferasetê şikand. Ya ku xwarin çêdike, amede dike û hesab dike cardin jine."

Dixebite, dixwîne û mamostetiyê dike

Xanim ya ku dayîka 3'ê zarokane, destnîşan kir ku, ew ji bo aboriya xwe ya xweser avabike gelek xebitiye û pêdivî bi mêr jî nabîne. Xanima ku li dervî xwaringehê bi xwendina xwe re jî mijul dibe wiha got: " Pêwîste her jinek bixebite û bêy ku pêwistî bi alîkariya mêr hebe aboriya xwe ya xweser avabike. Ez li vir xwarin çêdikim, mamostetiyê dikim êvarê jî diçim zanîngehê dixwînim. Plansaziya xwe a jiyanê min bi xwe amede kir. Diwestim lê bi nirx dibînim karên xwe û her wiha bi heskirinek ser kar ve diçim."

'Ger jin bixebitin dê azad bibin'

Xanim diyar kir ku ji bona ku jin aboriya xwe ya xweser avabike pêwîste bixebite û wiha pêde çû: "Eger jin bixebite dê zêdetir azad bin, wê pêwîstî bi alikariya mêr jî nebîne. Em weke jin di nava xebatê de hêz ji hev digrin. Ya ku li ba me dixebitin hemû jinin. Hem bi xwe dixebitim hem jî alîkariyê didim jinên derdora xwe. Lê belê em di nava civakek ku xebata jinan napejrîne da dijîn. Gelek jin li vir dest bi xebatê kirin, piştre ji ber ne razîbûna bav, bira ango hevserên xwe kar berdan. Lê ez dixwezim ku her jinek xebatek wê hebe, ne şerte ku ji mal derbikeve di nava malê de jî dikarin bixebitin."

(rc)