Jinên Cizîrê ji bo alîkariya HDP'ê kermes vekirine
12:54
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX – Li Cizîrê gel ji bo ku piştgiriya aborî bide HDP’ê ket nav hewildanan, kermes vekirine û dahata wê ji bo HDP'ê didin hev. Jinên Cizîrê diyar kirin ku ew dizanin derfetê HDP’ê kêmin û wiha axivîn: "HDP partiya gel e ji nava gel rabiye û gel bi xwe ye. Em wek gel jî neçarin bi xwe zarokê xwe rakin û bendan derbas bikin.”
Gelê Cizîrê bi armanca ku piştgirî bide HDP’ê kermes danîne. Wek ku tê zanîn HDP ji xezîneya dewletê ti piştgirî nastîne gelê Cizîrê ji bo ku piştgiriya HDP’ê bikin ketine nav hewildanan. Gelek sazî jî dinavê de welatiyên xwarina ku li malê amade dikin tînin Kolana Hûnerê û li wê difroşin. Bi taybetî jin pêşengtiya HDP’ê dikin û ji bo ku hemu gel bi hev re wek hev bijîn hêvîdikin ku HDP bi ser bikeve. Ji ber wê jî di xebatên kermesan de jî jin pêşengiyê dikin û xwerina amadedikin ji bo alîkariyê dahatê ji bo HDP'ê kom dikin.
‘Çi ji destê kî tê dike’
Jina bi navê Zînê Dîrîcan diyar kir ku ji ber dewlet alikarî nade partiya HDP’ê wan pêwistî bi kermesê dîtiye û wiha axivî: "Malbat xwarinê çêdikin tînin vê derê em jî li vê derê difiroşin, her malabatek çi jê tê dikin. Havalê me jî ji aleyekî de tiştê destan çêdikin em wan jî difiroşin.” Zînê da zanîn ku eleqeya gel ji kermesê re heyê û wiha bang kir:” Banga min xwedî derketina li HDP’ê ye. Bila kes nê leystika AKP’ê. Divê êdî em li ser navê dîn neyên xapandin û em guh bidin gotinên serokatî” Zinê desnîşan kir ku aramanca wan ewe ku HDP bi ser bikeve û hemu gel bi hev re wekhev bijî.
‘Em xwe di nav HDP’ê de dibînin’
Jina bi navê Zeynep Kuçuk jî da zanîn wê jî alikariya jinên li Taxa Nur gihandiye kermesê û wiha got:” Em ji bo ku alikarî bidin namzetê xwe em di nav hev de kombûn û me vê alîkariyê pêk anî.” Zeynep diyar kir ku ew bi partiya xwe serfirazin û wek jin xwe di nava vê partiyê de dibînin û wiha pêde çu: "Partiya me me dide nas kirin ji ber vê yekê em gelek ji partiya xwe memnunun. Kesê ku piçek jî însanetî pêre hebe ewê HDP’ê nas bike.” Zeynep bi lêv kir ku ew zanin îmkanê partiya wan kêmin û wiha dewam kir:” HDP partiya gel e ji nava gel rabiye û gel bi xwe ye. Em wek gel jî mecburin bi xwe zarokê xwe rakin û bendavan derbas bikin.” Zeynep di dawiya axaftina xwe de bang li hemu kesî kir ku destê xwe bidin destê HDP’ê
(ma/zt)