Jin ekonomiya komunal avadikin
09:33
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Li Êlihê dibiniya Atolyeya Umut Hêvî ya Jian de 3 atolye tên dayîn. Di her 3 atolyeyan de qursên pîşeyî tê dayîna 60 jinan. Koordinatora Gurbet Nas diyar kir ku jinên ji qursên atolyeyên wan mewzîn dibin cihê kar vedikin, jin bi hilberîna xwe bazarê çêdikin û dahata digirin jî hevbeş di xebitînin.
Atolyeya Hêvî Umut ya Jinan beriya niha 4 salan hatî vekirin ji bo jinan qursên pîşeyî tên dayîn. Jin hem hilberîna tekstîlê dikin hem jî çêkirina mehfuran ya hatî ji bîrkirin hîn dibin. Ji Koordinatora Atolyeya Hêvî Umut ya Jinan Gurbet Nas da zanîn ku di nava civakê de jin di malan de tên girktin û tên paşexistin û wiha got: "Di van atolyeyan de em armanc dikin ku jinan ji malan derxînin û tevlî jiyana civakî bikin. Bi van atolyeyan jin aliyê xwe yê aboriyê jî pêşdixin û ji bo xwe cihên nû vedikin."
Di atolyeyan de 60 jin qursan dibînin
Gurbet destnîşan kir ku ji bo xebatên jinan gelek tişt hene bêjin û wiha domand: "Weke tê zanîn di demên dawî de karê tekstîlê gelek pêşketiye, me jî atolya tekstîlê vekir. Di vî aliyî de taleb hebûn. Niha atolyeyek me ya tekstîlê û atolyeya çêkirina mehfuran û hem jî atolyeya me ya kuaforê heye. Di wan 4 atolyeyên me de 60 jin niha qursên pîşeyî dibînin."
Jin hem hînî pîşe dibin û hem jî bi hişmendî dibin
Gurbet bilêv kir ku wan projeyek ya wêneyan ya bi navê 'Jinên bê sînor' dan despêkirin û wiha berdewam kir: "Dema ku em ji bo jinan herêman vedikin di heman demê de jinan di nava civakê de dikin xwe dî gortin û vîn."
'Me aboriya komunal pêşxist'
Gurbet anî ziman ku wan jinên qurs qedandine li hev komkirin û komên xebatê avakirin û wiha dom kir: "Ji ber me ji karê xwe bawerkiriye jin li xwe komkirine û komên xebatê avakirine. Me niha komên xebatê yên jinan avakirine. Di komên me yên xebatê de 6 jin hatine bahev û bi navê Koma Xebatê a Hêvî a Jinan avakirine. Her 6 jin hem xebatên xwe birêve dibin û hem jî hilberînên xwe li bazarê difiroşin û dahata bi dest dixin jî bi hev re di xebitînin. Jin êdî bi xwe cihê kar vedikin. Em weke jin ekonomiya komunal bingeh digirin û li ser wî bingehî herêmên kar vedikin."
Gurbet destnîşan kir ku ew ji bo jinan herêmên alternatîf vedikin û wiha dom kir: "Kaputalîzmê mirov xistine rewşek wiha êdî mirovên li gorî xwe avakirine. Tayîbetî jî jinên di tekstîla Êlihê de bi muçeyên kêm dixebitin. Lê em xebatên alternatîf bingeh digirin. Emê van jinên ciwan dibin însafa petronan de nehêlin. Emê atolyeyên jin bi hev re bixebitin û bi hev re pêşbikevin zêdebikin. Em di baweriya avakirina vê hêzêdenin, zêdetir bi heskirin û vîn karê xwe serkeftî bikin. Karê me kelecanekê dide û em jî şanaziya wê dijîn. Ez ji bo jinan dibêjim ked ya weye li keda xwe xwedî derkevin."
(zt)