Di meha gulanê de jinên Efrînê di nava zeviyan de palehiyê dikin

11:08

JINHA

EFRÎN – Cotkarên kantona Efrînê dest bi berhevkirina zeviyên nîsk û lûbyan kirine. Jin di zeviyên nîsk, nok, lobî û şolikan bi dasê didirun û berhev dikin.

Li Kantona Efrînê Çar meh berê cotkarên herêmê di zeviyan de dest bi çandiniya nîsk, şokilan, lobî û nokan kirine. Meha gulanê zeviyên cotkaran hatine bêr û demê diruna wane. Cotkaran dest bi berhevkirina zeviyên xwe yên nîsk û şokilan û wekedinê kirine. Di nava zeviyan de her demsalê zêdetir jin dixebitin. Ji çandina wan heya dirun, berhevkirin û birina malê piranî ser milê jinan tê kirin. Di meha gulanê de jî jinan di nava zeviyan de dest bi berhevkirina dan û dikên xwe kirin. Jin heya êvarê di nava zeviyan de bi dasê palehiya dan û dikakan dikin.

(zt)