'Ez bi deng dayîna gel li ser karim'
09:21
Sosin Xanê /JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Li bajarê Girkêlegê xebatên şaredariya bajêr piranî bi rêvebirtiya jin tê kirin. Derbarê xebatên Şaredariya Hezna Temo axivî û got: "Bi pêkhatina şoreşê re û bi dayîna berdêlên giran em bi hêzbun û îradeya me pêşket."
Li bajarê Girkêlegê ya Kantona Cizîra Rojava xebata şaredariya bajêr piranî bi pêşangtiya ve tê rêvebirin. Derbarê xebatên Şaredaryê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Girkêlegê Hezna Temo got: "Bi pêkhatina şoreşa Rojava re û bi dayîna berdêlên giran em bi hêzbun û îradeya me pêşket. Ez di encama hilbijartina heremî de ji aliyê gel ve hatim hilbijartin. Di şaredariyê de jin di her buroyê de cihê xwe girtine û ev cih girtina wan buye çavkaniya hêz girtin û bilind kirina moralê ye."
Hezna di berdewamiya gotina xwe de bal kişand ser rola jin ya di nava şoreşê de û wiha pêde çû: "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Li ser vê bingehê jin buye nasname ya rojava. Bi vê zanistê tevgerîn wê hêz bide hemû jinan."
'Herî zêde jin di komîteya aborî de cih digre'
Endama Komîteya Aborî a Şaredariya Girkêlegê Leyla Ferhan jî derbarê rêvebirina jin a xebatên aborî nirxand û wiha got: "Di serî de jin tenê bi aboriya mal re mijul dibû, lê belê niha herî zêde jin xebatên aborî a şaredariyê rêvedibe û di komîteyê de cihê xwe digre." Her wiha Leyla li ser berpirsyartiya jin a demê nêrîn da û wiha pêde çû. "Jina Rojava ya Kurdistan bi berxwedana xwe diyar kir ku dikare hemû astengiyan derbas bike. Jina Rojava jina zane ye û tu carî ji hişmendî û zordariya mêr re serê xwe ne tewand.
Rêvebira Jin ya Şaredariyê Girkêlegê Seal Elî jî nêrînê xwe anî ziman û wiha got. "Xebatên jin a şaredariyê baş bi rêve diçin. Di warê li hev civîn, plansazî amede kirin û xebatên rêxistinê de jin bi her ewayî xebatê xwe rêve dibin."
Di dawiyê de Endama Komîteya Amedakariyê İrûbe Hemo wiha got: "Pêwîste jin ji bo pêşketin û rêxistinbûna xwe hîn zêdetir têkoşînê bide. Her wiha plansaziyên xweser derbara jiyana azad de pêşbixin. Bi piştgiriya hemû jinan û rêxistin kirinê ve em dikarin serkeftinê bi dest bixin."
(rc)