Ruyê din yê Xizaniya Kurdîstanê: Koçberiya demsalî (1)

09:25

Cahide Harputlu/JINHA

AMED- Xizanî li Kurdîstanê wek polîtiqayên dewletê tê domandin ku Amed jî yek ji navendên xizaniyê ye ku cihê herî zêde koçberî lê tê jiyandin e. Ji mînaka jiyana Xezalê jî ev tê dîtin ku Xezal, ji zaroktiya xwe heta niha her tim karkeriya demsalî kiriye û diyar dike ku niha jî hevserê wê li gurbetê dimîne û got: "Hevserê min ji salê tenê sê mehan li malê dimîne''

Li Mezopotamya ya wargeha mirovahiyê ku yekemîn çandinî lê hatiye kirin, gund lê ava bûye, pêşengtiya dîrokê û mirovahiyê hatiye kirin niha niştecihên wê ji ber ku nikarin çandiniyê bikin û debara xwe bi rê ve bibin diçin welatên xerîb. Hêlîna mirovahiyê ya yekemîn niha bûye cîh û warê xizaniyê.Pirsgirêka xizanî û koçberiyê li erdê Kurdistanê pirsgirêka hezar salane ku wek polîtîqayên dewletê hê jî didome. Li gor îstatîstikan hejmareki zelal neyê dayin jî wek tê zanîn salê bi hezaran kes erd û malê xwe li cîh dihêle û bi zehmetiyên gelek mezin ku mirinê jî didin ber çavên xwe û bi riya dikevîn.Lewre erdê wan bêkêr hatiye hîştin ku piranî jî erdê wan ê ku biçînin tune ye. Em ji bo sedem û şert û mercên koçberiyê hîn bibin li gundê navçeyên Amed'ê ya Erxenî,Çermûg, Çûngûş geriyan. Lê wek tê zanîn ev pirsgirêk li hemû ciyan hene û bingeha wê heman e. Xezal Dinçer koçberiyê wek qederêk dibîne û dibêje ji zaroktiya xwe heta niha her tim çûne welatên cuda û xebitîne, niha jî hevserê wê li gûrbetê ye.

' Hevserê min salê sê mehan tenê li male dimîne'

Xezal wiha berdewam dike: ''Heta ez hatim vî emrê xwe em tim li ser karê xelkê bûn. Li Enqerê me pîvaza top dikir, em diçûn Edenê ji bo topkirina pembo, diçûn Antalyayê portakalan top dikirin. Hin gundiyên me jî diçûn Polatliyê çape dikirin.'' Xezal da zanîn ku zehmetiyên karên wan pir bûne û got:'' Şefaqa sibê me dest bi kar dikir heta êvarê. Paqijkirina malê, xwarin amade kirin jî dîsa li ser milê me bû.Niha jî hevserê min diçe li welatên xerîb di ocaxên mermeran de dişûxule û salê tenê sê mehan li mal dimîne.'' Bi taybetî gundiyên Çermûgê ji ber ku li wir ocaxên mermera hene piranî li vir hînî kar dibin piştre diçin welatên cuda.

'Xebatên me zehmet û erzan e'

Li gundekî din em rastî dayika Xezalê Wezna Topçu hatin wê jî xizaniya ku jiyan kirine bi bîr tîne û wiha dibêje:'' Carna pere tune bû hin kesên din heqê riya me didan.Em ji ber ku heta êvarê dişûxilîn me nikarîbû ji zarokên xwe re xwarin jî çêbikira ku pir caran zarokên me birçî radizan.'' Li gunda em dikarin bêjin ku ji her malî herî kem 3-4 kes diçin li bajarê Tirkiyê dixebitin. Ne tenê qada çandiniyê ên ku di înşaatan de ne heta ocaxên mermeran û turîzmê jî di gelek qadên cuda de xebat tê kirin. Gazinca wan ya herî mezin û giştî jî erzanbûyina kedê ye.

Dayika Wezna jî vê tîne ziman û diyar dike ku 15 sale diçe welatên xerîb û encex heqê xwarina xwe derdixînin. Wezna wiha berdewam kir:'' Em diçin Manîsa, Mêrsîn,Antalyayê çandina pirasa û marulan dikin, portakal topdikin. Em ji malê çar kes diçin. Xebatên me pir zehmet û erzan e. Ji ber ku em kireya malê, mesrefa av û ceyranê jî didin tiştek destê me da namine. Yewmîya me 3 sal berê 22 tl bû niha 30 TL ye.''

kesên ku di malan de dimînin li gor ê di konan de dimînin bi şans in lewre ên ku di konan de dimînin diyar dikin ku bi celb û heriyê têdikoşin, heta bi mar û mişkan.

Pirsgirêka avê û xwarinê jî ya herî sereke ye ku jina ciwan ya navê wê Tansû Karaduman jî anî ziman ku ji ber ev şert û mercên giran nexweş ketiye û êdî naxwaze biçe li welatên xerîb bişuxile. Kesên ku naçin bajarên din û li gundê xwe dixwazin çandiniyê bikin jî ber bûhaya mazot,tov, gûbre..hwd. her tim zirarê dikin.

Dayika bi navê Dilşa Altinkiliç jî got:'' kîloya pembo 1 TL'ye zirara me ya isal jî 500 TL'ye. tiştek nakeve destê me.''

(ch)