Dê zarokno em biçin cotkariyê!

09:49

Asya Tekîn-Şêrîn Hiso/JINHA

ERZÎNCAN - Ji ber polîtîkaya dewleta Tirkiyê li kurdistanê û hemû bajarê tirkiyê bê karî xizanî her ku diçe zêde dibe û ji ber vê yekê bi hezaran malbat nikarin zarokê xwe bişînin dibistanê. Zarokên ku ji ber xizaniyê dibistan terk kirine dibêjin: "Li cihê ku em li dibistanê bin, em li nava zeviyan de dixebitin."

Li gorî lêkolînên hatine kirin, di cîhanê de ji sedî 60' î mirov bi karê cotkariyê re mijul dibe, ji sedî 80' î karkerên ku dixebitin garantiya jiyana wan tune û her wiha ji sedî 70'î jî malbat tevî zarokên xwe karên cotkarî dikin. Li tevahî welatên cîhanê herî zêde zarok di sektoran cotkariyê de tên xebitandin. Tê texmîn kirin ku ji sedî 70' î zarok tên xebitandin. Di sektora cotkariyê de 132 mîlyon zarok ku temenê wan di navbera 5 û 14'e salî de tên dixebitin. Zarokên ku dest bi karê cotkariyê dikin neçar dimînin dibistanê jî berdin. Hêjmara herî zêde ya ku bi xebatê cotkariyê re mijul dibe di meha Nîsanê û Gulanê de diçin dest bi kar dikin û di meha Mijdar û Kanûnê de jî dizivirin ev yek dibe sedemê bîrkirina xwendin û nivîsandina zarokên ku dixwînin.

Bi kampaniyan ve tû encam ne hate girtin

Li Tirkiyê ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê û UNICEF'ê ve di 17'ê Hazîrana 2003'an de kampaniya "Dê zarokno em biçin dibistanê" hatibû despêkirin. Lê belê kampaniya ku heya 2005'ê dewam kirî û armanc dikir ku wekheviya zeyandî esas bigre bê encam derket û ji ber vê yekê hîna gelek zarok li tirkiyê dibistanê xwe terk dikin û neçar dimînin biçin cotkariyê bikin.

'Ji ber em neçar dimînin em tên'

Gelek welatî ji bo karê cotkarî ji bajarê Semsûrê û Rihayê berê xwe didin Erzîncanê û xeparkerê şewenderê dikin. Her wiha ev malbatên ku dixebitin piştre ji bo berhevkirina, fistiqan, sebze û fêkiyan diçin bajarê Dîlok, Mêrsîn û Karadenîzê. Li Erzîncanê zaroka 12 salî Yasemîn Îpek a ku di zeviyan de dixebite, diyar kir ku ew ji bajarê Semsûrê ji bo kar hatine Erzîncanê û wiha got: "Em ji bo xeparkerê şewenderan hatin Erzîncanê. Karê xeparê gelek zore ji ber vê yekê em gelek zehmetî dikêşin. Ji ber temenê me biçûke em hîna zêdetir zehemtî dikêşin. Ez bi xwesteka xwe nayêm lê ji mecbûriyetê em tên kar. Eger xizanî nebaya ezê ne hatibama û vê êşê û azarê jiyan nekiribama. Ez dixwezim biçim dibistanê lê em mecbûrin li vir kar bikin."

'Min dibistana xwe di nîvî de hêla'

Zaroka din Emîne ya ku karkeriya çandinî dike anî ziman ku, ew destûrê ji mamosteyên xwe girtiye û wiha hatiye Erzîncanê ji bo kar. Emîne diyar kir ku, ew dibistana xwe di nîvîde hêştiye û tevî malbata xwe hatiye kar bike û wiha pêde çû: "Min dibistan dixwend, bê ku dibistan biqede min destûr ji mamosteyên xwe girt û hatim kar. Em bi kirê rûdinin, ji ber rewşa malbatê a aborê xirabe ez neçar mam tevî malbatê werim xebatê. Ji ber em nikarin perê kirê bidin ji mal em hatin avêtin. Dema ku em hatin vir di rêde me qeza derbas kir ez gelek tirsiyam. Her wiha ji ber em li konande radikevin ez ditirsim."

'Li cihê ku em li dibistanê bin, em li nava zeviyan de dixebitin."

Zaroka bi navê Makbule dibistana xwe di nîvî de hêlaye û tevî malbata xwe ew jî hatiye Erzîncanê xeparkerê şewenderê dike. Makbule destnîşan kir ku li şûna ku li dibistana xwe be ew di zeviyan de dixebite û wiha got: "Ez dixwezim li dibistanê bim. Li vir karkirin gelek zehmete. Sibê zû radibim çayê û xwarinê amede dikim. Carnan jî dileyizim. Ji ber dayik û bavê min kardikin ez jî bi karê din re mijûl dibim."

(rc)