Jinên Embarê êdî dê çandina axa xwe bikin

09:49

Bêrîtan Canozer / JINHA

AMED - Jinên Embarê yên bi salan in, diçin bajarên rojavaye Tirkiye karê zeviyan dikin, li ser projeya çandiniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komîteya Aborî a KCD'ê, êdî dê li ser axa xwe çandinî û çotkariyê bikin. Jinan diyar kirin ku êdî ew dê bi xwe li ser axa xwe çandinî û çotkariyê bikin.


Serokatiya Daîreya Hêzkirina Aboriya Herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komîteya Aborî a KCD'ê, li gundê Embarê ya Bismilê, projeya çandiniyê pêş xist. Şaredariyê zeviya xezîneyê dewir girt û li ser vê zeviyê projeya çandiniyê xist meriyetê. Şaredariyê, bi boneya rê li pêş koçberiyê û karkerên demsalî bigire li ser vê zeviyê dest bi çandiniya bax û baxçeyan kir û ji kesên xizan û debara wan tune ye re kar ava kir. Zeviya ku ji 229 donuman pêk ji çandinî û çotkariyê re hat vekirin. Ji ber 107 domin zuha ye, nîsk tên çandin. Li ser 87 donuman jî zebeş tên çandin û li ser 35 dolim zevî jî baxçeyên fekî yên xiyar, fireng, u îsotan diçînin.

'Kêmek be jî dê pirsgirêka debarê çareser bibe'

Welatiyên gundê Embarê ku bi salan in li ser vê axê dijîn, heta niha ji ber qada çandiniyê tune bûn, koçî bajarên Tirkiyeyê dibûn û di karên demsalî de dixebitîn. Li ser vê projeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komîteya Aborî a KCD'ê welatiyên gundê Emborê îsal neçûn bajarên Tirkiyeyê û li ser zeviya ku şaredariyê daye wan, dest bi çandinî û çotkariyê kirin. Welatiya gundê Embarê Hamdiye Ayaz, anî ziman ku dema ew diçûn bajarên rojava û karên demsalî dikirin, ji rojhilat heta rojava di nava zeviyan de dixebitîn û keda wan dihat binpêkirin. Hamdiye, da zanîn ku gelek caran nexweş diketin nikaribûn biçin nexweşxaneyê û wiha got: "Ger ku rewşa me ya aboriyê baş bûye û me karibûya debara xwe bikira em nediçûn bajarên rojava. Zeviya me tune. Debara me tune. Heta niha me karê xelkê dikir û bi kedek zêde û erzan em dixebitîn. Em di nava şert û mercên gelek zahmet de dixebitîn. Me gelek zilm û zor dît."

'Em ji ber projeya şaredariyê pir kêfxweş in'


Hamdiye, anî ziman ku ji ber proje û karê şaredariyê pir kêfxweş in û wiha got: "Mirov di nava zeviya xwe de karê xwe bike pir baş û kêfxweşî ye. Ji ber şaredariyê ev zevî da me û derfetên ku em li ser axa xwe çandiniyê bikin em bi vê yekê pir kêfxweş in. Em li vir 5 malbat in, bi hevre dijîn û bi hevre kar dikin. Em bi hevre dixwin û vedixwin her wiha li vir 4 jin dixebitin. Tişta herî xweş mirov li ser axa xwe kar bike, çandinî û çotkariyê bike ye. Em li vir çi bikin em li ser axa xwe ne. Em azad û aram in."

Keça Hamdiye ya 13 salî Nilufer Ayaz jî anî ziman ku 6 salan li gel malbata xwe çû bajarên Tirkiyeyê karên zeviyan kir û wiha got: "Ji bo karê demsalî min dibistana xwe di nêvî de hişt. Me karê xelkê kir. Lê tişta herî xweş mirov li ser axa xwe kar bike . Mirov li ser axa xwe kar bike tiştekî gelek xweşe. Jiyana gund pir xweş e ji jiyana bajêr heznakim."

Dayika 7 zarokan Umran Çakmak jî destnîşan kir ku bi vê projeya şaredariyê pir kêfxweş in û diyar kir ku ew nikare kêfxweşiya xwe bi gotinan bîne ziman.

(mae/rc)