Bi tezgeha tevnê jiyana xwe dihûne...
11:42
Gûlşen Koçuk / JINHA
BEDLÎS - Azîze Yolca ya ku li Tûxê dijî tezgeha ku berî 20 salan bi 6 lîrayan standiye pê jiyana xwe dihûne. Azîze diyar kir ku, ew ji ber nexweşiyê xwe weke berê li ber dezgehê namîne, lê dilê wê nagre ku bavêje û wiha got: " Dema ku mirov ji kaniyek avê vexwe ji jiyanê şûkur dike. Ez tevnê çênekim jî bila tezgeh li mala min bimîne."
Yek ji jinên ku jiyana xwe bi kedê xwe dihûne Azîze Yolca ya ku li Navçeya Tûxê ya Bedlîsê dijî. Tezgeha tevnê ya ku bi salaye wê xwedî kiriye buye xilasiya jiyana wê. Azîze anî ziman, tezgeha ku berî 20 salin bi 6 lîrayan standibû, ew bi pereyên ku jê qezenç dikir, zarokê xwe daye xwendin û xwedî kirin.
Jiyana xwe bi vê tezgehê ve avakir
Azîze bi tezgeha ku avakiribû hem pê debara xwe dikir hem jî zarokên xwe dida xwendin. Azîze da zanîn ku ew berî ku bizewice gore, patîk û mahfûr çêdikir lê ji ber ku ew tezgeha tevnê dixwest avabike ew dev ji karê din berdaye û her wiha diyar kir ku ew piştî ku tezgeha tevnê vekiriye cîranê wê jî fêrî vî karî bune.
'Weke ku mirov ji kaniyeke avê vexe'
Azîze da zanîn ku, zarokê wê ji ber ku ew nexweşe naxwezin ew bixebite, lê ew dev ji karê xwe nikare ber bide. Azîze tezgeha xwe weke "kaniya ku mirov avê jê veduxe" dîbîne. Azîze bi lêvkir ku "Eger ew tezgehê nexebitîne jî bila cardin di quncika mala min de bimîne". Carnan ji wê secade tê xwestin ew carek din tezgeha xwe datîne, dixebite û bi vî awayî debara xwe dike.
(rc)