Li Antalya yê jinên kurd yên ku mehkûmê xebatên bê ewle hatine hêştin, biryarê zivrandinê dan
09:45
Hêlîn Yildirım /JINHA
ANTALYA - Li gelek bajarên kurdistanê ji ber bê kariyê koçî Antalya yê kirine û 12'e saet bê sîgorta, bê ewlehî jinên kurd tên xebitandin. Jinên kurd diyar kirin ku, ew bi hêviya "Derfetê jiyanek baştir" bibînin koç kirine, lê ji ber rastî nêzîkatiyên ne heq tên ew biryarê zivirandina warên xwe didin. Jin ji ber nasnameyê xwe ya nijadî û zayendî du car tê stembar kirin.
Li gelek bajar ji ber feyde ji germahiya rojê digre di 4 demsalan de xebatê çandiniyê dike û di qadê sera yê de berhema hildibirîne. Cotkarên ku li gundê Çakallik a navçeya Serîk ya Antalya yê dixebitin piraniya wan jinên ji Kurdistanê koç kirine pêktê. Cotkarên ku ji şefaqê heya şevê xebatê dikin, di malên xirab û berakiyên kevin de jiyan dikin. Jinên ku karê cotkariyê dikin her yek ji wan bi çîrokek cuda nêrînên xwe bi ajansa JINHA yê re parve kirin.
Memûrê nasnameyan navê wê kir Turkiye!
Turkiye Akdag dayika 8 zarokane û berî 5 salan ji Amedê koçî Antalya yê dike. Turkiye di serî de bi çîroka navê xwe dest bi gotina xwe dike. Turkiye da zanîn ku, li ser şaş famkirina bavê memûrê nasnameyê navê wê bi zanabûn dike Turkiye û wiha got: "Çawan ku memûrê nasnameyan navê min bi zanabûn kir Turkiye, li vir patronê me jî hem ji ber ku em kurdin hem jî ji ber ku em jin in, ne heqî û tundiyê li me dikin. Ha memûr ha patron herdu jî mîna hevin." Turkiye wiha domkir: "Em karê çandiniyê dikin, ji ber vê hemû kar em bi destê xwe dikin. 8 zarokên min hene 2 ji wan li gel min karê cotkarî ya serayê dikin. Ez jî her roj bê navber dixebitim. Di nava malbatê de tenê kesek bi sîgortaye. Dema demsal biqede em carek din sîgorta nadin çêkirin. Ji ber dermanê baxçeyan zarar dighê canê me. Maske tune û cilên ku canê me ji derman biparêzin jî tune ye. Cihê ku derman li baxçê tê kirin nêzî cihê ku em lê dijîne. Piştî ewqas saet ê xebatê li zarok û neviyan xizmet kirin nê hêsane. Mêr dema karê wan diqede tên vedihesin lê ji jinan re vehes tune ye."
'Ez birçî bimînim jî bila li ser axa xwe birçîbim'
Celîle Yûksel ji Amedê ye û dayika 15'e zarokane. Celîle diyar kir ku, ew berî 3'ê sala piştî hevserê wê mir, bi hêviya ku rewşa wan baş bibe ew hatine Antalya yê, lê belê ji ber ku rewşa wan xirab bûye, ew biryara zivrandinê dan. Celîle got: "Ji dema em hatine heya niha em bi kûlîlkan re mijûl dibin. 15'e zarokên min heye piştî hevserê min vefat kir em hatin Antalya yê. Çawan tu zarokek mezin dikî, wiha jî kûlîlkan xwedî dikî. Hem zehmetiya vî karî geleke hem jî em beramberî kedê xwe nagrin, ji neçarî em dixebitin. Sibê saet 6'an de em dest bi kar dikin û kengî biqede diyar nake. Em bi karê sewal xwedî kirinê re mijûl dibûn gelek zorbû, em bi hêviya ku hindek rewşa me baş bibe hatin vir, lê karê vir hîna zortire. Ji ber wê eger mirov birçî bimîne bila li ser axa xwe birçî bimîne."
Jinên ciwan dibistanê berdidin û di nava serayan de dixebitin
Zehra Yûksel a 17 salî diyar kir ku, ji bo alikariyê bide malbata xwe, ew berî 3'ê salan dibistana xwe terk kiriye. Zehra got: "Ji bo ku hecelê me çêbe min dev ji dibistana xwe berde, lê beramberî kedê xwe em nagrin. Roj pêde bi cilên stûr li ber tavê û nava naylonê de ne. Carnan heya saet 3-4 êvarê em dixebitin, lê em çiqas bixebitin kar nake. Mirov dibê qey em vala dixebitin. Bi vî halî jî ne bawerim ku dibistana xwe carek din bixwînim."
'4 salin ez dixebitim lê hîna nû sîgortaya min çêkirin'
Jina ciwan Pinar Aydogana 18 salî dibistana xwe terk kiriye û ji Semsûrê ji bo kar hatiye Antalya yê. Pinar wiha got: "Em li nava zeviyan ewil karê tirmoxê dikin. Em zeviyan tevî bêr dikin û axa wê hûr dikin. Piştre em dest bi çandiniyê dikin. Em qurnefilan diçînin. Em tayê wan girê didin û hesinan dadixin. Piştî 24'ê Gulanê tên girtin û hemû keda me vala diçe. Hemû şitlên ku me çandine tev diçin çopê. Ji ber em hesinan dadixin û radikin pişta me zêde diêşe. 4 salin em dixebitin, lê hêj sîgorta me nehatiye çêkirin."
(rc)