Bi temenê biçûk alîkariya dayîka xwe dikin

09:47

Dîdem Elî /JINHA

SERÊKANIYÊ- Bi despêkirina şerê li Rojavayê Kurdistanê, şert û mercê jiyanê jî gelek zehmet bû. Di civakê de her kes ji bo pêdiviyên jiyana xwe pêkbîne dixebite bi taybet jî zarokên bi çûk.

Li bajarê Serêkaniyê yê kantona Cizîrê du zarok ku xwîşkên hev in ji bo alîkariya malbatên xwe bikin rojane nan difiroşin. Dayîka herdû zarokan di firoşgehê de dixebite ji bo debara xwe bike. Herdû zarok ji ber hezkirina wan ji dibistana xwe û ji bo ku alîkariyekê bi dayîka xwe re bikin ev kar destpêkirin.

'ji bo berdewamkirina dibistanê em kar dikin'

Sîlva Elî ku temenê wê 10'salî ye û nan difiroşe wiha got: ''Ez rojane ji bo alîkariya dayîka xwe bikim û em debara jiyana xwe bikin û em bikaribin dibistana xwe dewam bikin ez derdikevim û nan difiroşim. Min dixwast ez karekî din bikim lê temenê min têrê nake, ji ber vê çi ji destê min tê ez dikim ji bo dayîka xwe.''

Sîlva wiha axaftina xwe bi dawî kir: ''Ji ku em jiyana xwe di nava aramiyê de bijîn ez bi coş karê xwe dikim da ku dayikê me kêfxweş bibin, ji bo ku ew jî karê xwe dewam bike û ez jî morala xwe ji şervanên ku niha di eniyên pêş de şer dikin digrim û em bi saya wan niha li vir li bajarê Serêkaniyê jiyan dikin.''

Sîlva axaftina xwe bi stranekî bi dawî kir.

'Ji ber ku ez barê dayika xwe sivik dikim ez gelek kêfxweşim'

li aliyekî din jî zaroka 11'î salî Sîdra Elî wiha axivî: ''Ji ber ku ez alîkariya dayîka xwe dikim û bi vî rengî çûna dibistana xwe hêsan dikim ez gelekî kêfxweş dibim. Ez hêvî dikim her zarokek alîkariya dayîka xwe bike ji ber ku dayîk ji bo zarokan canê xwe feda dikin, bila zarok jî alîkariya dayîkên xwe bikin.''

(rc)