Jinan piştî qedexeya zozanan ketin nava çar dîwaran...

09:30

Gulşen Koçuk / JINHA

BEDLÎS - Jinên ku heta 30 sal berê li zozanên bilind koçerî dikirin, piştî zozan û çiya li wan hat qedexekirin, neçar man koçî bajar bikin û jiyana xwe êdî di nava çar dîwarên betonê de derbas bikin. Jinên Koçer, anîn ziman ku ew dê li dijî dewleta zozan û çiya li wan qedexe kir, di hilbijartinê de serkeftinê bi dest bixin û li çiya û zozanên xwe vegerin.

Jinên ku bi koçeriyê debara xwe dikirin, piştî zozan û çiya li wan hat qedexekirin, bûn dîldarên bajar û dîwarên betonî. Jinên ku dewletê zozan û çiya li wan qedexe kir, neçar man ku berê xwe bidin bajar û di nava dîwarên betonî de jiyana xwe berdewam bikin. Jinên Koçer, ji ber çand û kevneşopiya xwe wekî sîmgeya Kurdistan û Mezopotamya tên zanîn. Li gelek herêmên Kurdistanê ev koçerên jiyana wan a xweser heye, êdî zozan û çiya li wan hatiye qedexekirin û ji jiyana xwe ya koçeriyê dûr ketine. Ji ber qedexeyên zozanan êdî nikarin koçeriyê bikin û mahkûmê nava çar dîwarên bajar bûne. Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê jî Koçerên ku di salên1990'an de zozan û çiya li wan hat qedexekirin, êdî nikarin wekî berê di çadiran de bijîn û neçarin di nava çar dîwarên bajar de bijîn. Jinên ku bi hesreta zozan û çiyayên bilind dijîn, di her firsendê de berê xwe didin zozanên bilind û dixwazin tahma wê derxin. Jinên koçer ku bi hesreta çiya û zozanan dijîn gelek caran li hev kom dibin û qala demên berê û jiyana koçeriyê dikin û hesreta wê bi hevre derbas dikin.

'Hemû pêdiviyên xwe em bi xwe temîn dikin'

Jina koçer a bi navê Durê Elekçî dema me pirsa "Hûn dikarin xwe bidin nasandin?" jê pirsî, bersîva "Ez koçer im" da me. Piştre jî behsa rojek jiyana xwe dike. Durê ya koçer, diyar kir ku serê sibê radibin malê û derdora malê paqij dikin. Piştre hevîr dikin û nanê xwe dipêjin. Piştî karê malê qedandin dest bi ristin û hunandina goreyan dikin. Dure, destnîşan kir ku ew gelek bêriya koçeriyê dikin û dema koçer bûn hemû pêdiviyên xwe bi xwe temîn dikir. Dure, da zanîn ku berê tiştekî wisa hazir û amade tune bû û hemû pêdiviyên xwe bi destê xwe temîn dikir û wiha got: "Me konên xwe, nivînên xwe, xwarina xwe her tişt bi destê xwe amade dikir. Dema dayika Dure li gel me sohbet dikir, li aliyê din jî goreyên rîs dihûnan û kevneşopiya xwe berdewam dikirin. Dure, da zanîn ku hem kevneşopî û çanda xwe diparêzin û hem jî ji bo zarokên xwe rihêl amade dikin û wiha got: "Yên dixwazin em zer ji wan re çêdikin, yên dixwazin jî em sor ji wan re çêdikin. Em ji van rengan hez dikin. Ji ber ku rengê ala me ye."

'Koçerî zor bû, lê pir xweş bû'

Ji koçerên Aliganê Fatma Guler jî destnîşan kir ku bi salan e goreyan dihûnê û wiha got: "Bi salan berê li çiya û zozanan min koçerî û bêrîvanî dikir. Dema em koçer bûn, me bi qatîk û berhemên pez zexîre û cil amade dikir. Her tiştê xwe me bi xwe dikir. Wê demê koçerî pir zor bû, lê bi qasî zor bû pir xweş bû. Niha jiyan hêsan e lê ne azad e. Ceyran, av, zexîre û her tişt bi pereyan e. Li zozan û çiyan av, xwarin, nivîn û hert tiştê xwe me bi xwe çêdikir. Em li vir bûn mahkûmê bajar. Jiyan hêsan e, lê em ne azad in. Berê kesî behsa nexweşiyên pençeşêr, kolestrol û guatrê nedikir. Lê niha nexweşî zêde bûne."


'Em berê li çiya bûn'

Koçera bi navê Lalîxan Savgin jî anî ziman ku ew berê li çiya bûn û wiha axivî: "Em berê li Çiyayê Sîpanê û Xelatê bûn. Em diçûn Nemrûd û Êlihê, Lê em êdî nikarin biçin zozanên xwe. Em dixwazin aştî û azadî pêş bikeve. Heta ku ji destê me tê em ji bo hilbijartin bi ser bikeve têdikoşin. Em dê Apo ji zindanê derxin. Em dê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin. Em dê vê carê serkeftinê bi dest bixin. Em dixwazin vê carê HDP'ê bi ser bikeve. 5 sal berê Zarokan li vir Newroz pîroz kir. Lê polîs bi pêlavên xwe ketin hundir û pêl balgiyên me kirin. Bi pêlavan ketin hundir û zarokên me birin û girtin. Hikûmetê her tişt anî serê me. Hikûmetê û polîsan em perîşan kir. Lê Rêber Apo dê hemû pirsgirêkan çareser bike."


(mae/rc)