Jin di navandan de aktîf dibin
09:13
Jînda Azad /JINHA
TILTEMIR - Piştî şerên ku li gelek bajarên Rojava pêkhatine û ji nûde hatin rizgar kirin jiyan zivirî aramiya xwe û ji nûve gelek navendên gel û sazî hatin bi rêxistin kirin. Yek ji van navenda ya li bajarê Tiltemir a Pêjiyane.
Piştî ku gelek bajarên Rojava ji çeteyan hatin paqij kirin welatiyên ku koç bûne hêdî hêdî dizivirin bajarên xwe û navendên xwe avadikin. Gel ji bo ku pêdiviyên xwe ya jiyanê avabike gelek sazî û navend bi rêxistin kir. Yek ji navendên pêdivî navenda pêjiyanê ye. Çewan ku jin li Rojavayê kurdistanê pêşengtiya hemû xebatan dike li bajarê Tiltemrê jî pêşengtiya navenda pêjiyanê jî hildaye ser milê xwe. Jinên ku cihê xwe di navenda pêjiyanê dibin heman demê de beşdarî karên din ên rêxistinî dibin. Jinên ku niha cihê xwe di nava navenda pêjiyanê de digrin, heman demê de di 23'ê sibatê de li hember çeteyên DAIŞ'ê şerkirine û di parastina bajar de rolek girîng girtine.
Di navenda pêjiyanê de, ji pênç kesan du jin cihê xwe digrin. Nesrîn Remend a 22 salî û Emel Elî a 24 salî li gel karê navendê pêjiyanê tevlî çalakiyan jî dibin. Nesrîn û Emel ji saet 08.00'ê sibê heya êvarê bê navber xebatên xwe dikin. Ji bo ku xebatên xwe baş rêve bibin her 15'e roj carek perwerde jî dibînin û bi vî aweyî jiyan û xebatê xwe bi rêxistin dikin.
Emel behsa xebatên xwe ya pêjiyanê kir û wiha got: "Em her dem amede ne ku erka xwe bi cih bînin û rexneyê gel berçavan derbas bikin. Ji ber ku sîstema me bi hev ve girêdaye. Gel, rêvebir û tîcaret di nava hevsengiyek de xebatê xwe dimeşîne. Kereseyên di destê me de em difroşin, li ber çavan derbasdikin ka çi kême. Keresên ku dîroka wan derbasbûye em ber hevdikin û dibin dûrê bajêr cihek dişewitînin."
Emel anî ziman ku ew bi avakirina navenda pêjiyanê cihê xwe di navde digre û wiha got: " Hem di warê xebatê navenda pêjiyanê hem jî di warê ferasetên li hember jinê me zehmetî jiyan kir. Ferastê civak ne dipejrand jinek di nava xebatek wiha de cih bigre. Em derdikevin bazaran digerin. Dikandarên ku keresên dîroka wan borî difroşin em ceza li wan dibirin. Di nava vê xebatê de ji ber ferasetê kovneşop a civakê hinek astangî me jiyan kir lê her ku diçe êdî civak bi xebata me bawer dike."
Emel di dawiya gotina xwe da wiha got: "Em her dem ji erkên xwe re amede ne û ji rexneyê gel re jî amede ne. Em bi aweyek rêxistinê bi sazî û kesên eleqedarên vî karî re xebatên xwe bi rêve dibin."
(rc)