Dayîk û keça xwe bi keda xwe jiyanê bi wate dikin
11:53
JINHA
RIHA - Necmiye Kev li gundê Ugurlu ya navçeya Girê Sor a Rihayê tevî keçên xwe di zeviyên nîska de dixebite. Necmiye piştî ku berhemên zeviyê bi dest dixe tevî keçên xwe dê ji bo karên demsalê berê xwe bide bajarên din ên Tirkiyê.
Jin ji ber ku bi vîna xwe ya azad jiyan nakin û hişmendiyên desthilatiya mêr a li ser jin hakîme, jinan ne rihetiyê xwe tînin ziman û li aliyê din li Rihayê ji ber ku zarokên keç ji bo debarê malê naçin dibistanê û bi erzanî di nava zeviyan de tên xebitandin dibe pirsgirêk. Zarokên keç û ciwan ên ku li bajarên tirkiyê di nava zeviyan de dixebitin rastî zehmetiyên jiyanê tên. Lê yên ku li ser axa xwe di nava zeviyên xwe de dixebitin hîn zêdetir bi şansin. Di nava xwezayê de bi kedê xwe berhem çandin û piştre berhevkirina berheman her çiqas kêfxweşî bide wan jî, lê diyar dikin ku ew beramberî kedê xwe nagrin. Gelek malbatên ku nikarin tenê dabarê xwe li ser axa xwe bikin piştî ku karê zeviyan diqedin, ji bo xebatên demsalê berê xwe didin bajarên tirkiyê yên din.
'Em bi berhemên xwe debara xwe dikin'
Necmiye Kev ya ku li gundê Ugurlu ya navçeya Girê Sor a Rihayê dijî di nava 40 dolimên zeviyên xwe de tevî zarokên xwe yên keç çandina nîskê dike û dixebite. Necmiye dayika 12 zarokane û tevî keçên xwe Esra Zehra Sahra û Aliye berhemên xwe avadikin. Necmiye diyar kir ku ew her sal çend ton berhem bi dest dixin û pê debara xwe dikin.
'Emê biçin karê demsalê bikin'
Necmiye ya ku li Rihayê dijî piştî xebatên xwe ya zeviyan de biqede dê tevî malbatê biçin bajarên din û karê berhevkirina fistiq, findiq, bacanê sor û pemû bikin. Necmiye anî ziman ku jin ji saetên sibê heya êvarê bê navber di şert û mercên zehmet de dijîn û bi taybet di mehên havînê de gelek zehmet dibe. Necmiye got: "Piştî westandinê em diçin ber siyê û çayek vedixun hindek hêza me tê hev em cardin radibin û dest bi kar dikin." Keça Necmiye Zehra Kev anî ziman ku ew gelek ji karê zevî û cotkariyê hezdike û êdî ew di vî karî de pispor buye. Zehra her wiha diyar kir ku ew ji ber ku li gel dayîk û xweşkên xwe kardike gelek kêfxweşe.
(rc)