Bi xwarinên herêmî ya Colemêrgê pêşengtiyê kirin

09:10

Gûlşen Koçuk / JINHA

COLEMÊRG - Karsaza xwaringehê Colemêrgê Aysel Can cara yekem li Colemêrgê xwarinên herêmî û malê çêdike. Aysel Can ku bi şayîşê dest bi kar kiriye bang li tevahî jinan kir û got: "Bila tu jin xwe kêm ango lewaz nebîne. Ez jî dema ku li malbûm min digot ez nikarim vî karî bikim, lê heyan ku mirov nekeve nava kar wê hêzê xwe nasnake."

Jinên kurd li hember pergala desthiladar ya ku jin di nava çar dîwaran de digre û di bin navê 'xanima male' ye jiyan li jinê dorpêç dike napejrîne û zanista têkoşînê her ku diçe pêşdikeve. Yek ji van jinan Aysel Can a dayîka 4 zarokane û yekemîn xwaringeha Colemêrgê li mala xwe vekiriye. Ji du jinên ku xwaringehê bi rêvedibin Aysela 42 saliye û bi 5 kesan ve xebatê xwe dide meşandin. Aysel ji sibê saet 07.00'an de dest bi amedekirina xwarinê dike û heya saet 19.00'e hem mêvanê xwe ya malê pêşwazî dike, karê malê bi rêve dibe û xizmeta xwaringehê dike. Aysel da zanîn ku ew rojê tevî sê cûreyên xwarinê herêmî şeş cûre xwarin amede dike û behsa girîngiya xwaringeha ku bi kedê xwe vekiriye kir.

'Ji bo xwarinan eleqeyek mezin tê nîşandan'

Aysel diyar kir ku mercên ku jin têde dixebite zehmete lê belê ew jî wê bi demê re baş bibe tenê eger zor û zehmetiyên wê bide ber çavan dikare serkeftinê bi dest bixe. Aysel anî ziman ku ew ji bo cihên înşatê û kargehan xwarinê servîs dike û piştgiriya gelê Colemergê xwest. Aysel got ew li xwaringehê cûreyên xwarinê herêma Colemêrgê ya wek doxaba, qirîs, kêpa, keledoş û tirşik çêdike û ev xwarin rastî eleqeyek mezin tên. Her wiha Aysel da zanîn ku li ser sîparîê jî gelek xwarin tê xwestin.


'Pêwîste tu jin xwe kêm nebîne'

Aysel bang li jinên kurd kir ku li malan ne rûnin û tevlî xebatan bibin û wiha domkir: "Min jî berê zehmetî dikêşe. Difikirîm ku ezê çawan bikim. Lê belê zehmetî bi demêre diçe. Milek ya xebatê tune ye. Pêwîste hemû jin piştgirî bidin hev da ku em serkeftinê bi dest bixin. Pêwîste tu jin xwe kêm nebîne. Dema ku ez li mal min jî digot ez nikarim tiştek bikim, lê heyan ku mirov nekeve nava kar wê hêzê xwe nasnake." Aysel diyar kir ku em ji karê xwe kêfxweşe û piştî ew bi xwe bawerbûye. Aysel da zanîn ku hemû jinên ku dest bi xebatê bikin dikarin bi serbikevin.

(rc)