'Pêşketina aboriyê bi hewla jinan gengaze'
09:33
Gulşen Koçuk / JINHA
COLEMÊRG - Yek ji avakara hewlê Sevda Keskin diyar kir ku vekirina Komeleya Hewla Jinan li Colemêrgê ji bo despêkê xwe rêxistinkirin û paşê jî jinên derdorê di malan de dixebitin rêxistinkirinê ye. Sevda da zanîn ku wan bi 7 endaman despêkiriye û her yek ji wan bi hunera xwe beşdar bûne. Sevda wiha qala li bajar kêmaniya navendên kar kir: "Serketina aboriyê bi hewla jinan gengaze."
Li tevahiya herêmê her roja diçe zêdebûna hewla jinan li Colemêrgê jî tê dîtin. Ji bo ku hewla jinan bê dîtin û pirsgirêkên hene bi tekoşînek hevbeş bên çareserkirin Komela Hewla Jinan ya Colemêrgê hat vekirin. Yek ji avakara komelê Sevda Keskin jî çawan dest bi hewlê kirine û pêvajoya komelebûnê nirxand. Sevda ya 32 salî berî salekê dest bi jiyana kar kiriye.
'Armanca min bi hêza jinan re tiştek kirine'
Sevda destnîşan kir ku heya niha wê di nava malê de karê xemlê dikir û wiha domand: "Despêkê armanca min li gorî pêdiviyên mirovan tiştek kirinbû. Arcanca min bi hêza jinan tirştek kirinbû. Di roja me de xebatkirina jinan ji xeyalê derketiye bûye rastî."
'Pêşdeçuna ekonomiyê bi hêza jinan gengaze'
Sevda bilêv kir ku romana avakirina komeleyê jî di encama lêkolînekê de çêbûye û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyê hijmara hewla jinên fermi 93 hezarin. Dema ku mirov li gorî standarda cîhanê dinêre hijmar pir kême. Me jî got: 'Çima em hewla jinan zêde nekin.' Armanca me hîn zêdetir zêdekirina hewla jinane. Projeyên me pêşketin. Di serî de hijmara me 7 bû lê niha 30 jî zêde kiriye. Endamên me hemû jinên kedê didin û bi keda xwe bawerin. Li Colemêrgê 123 hewlên jinan hene. Ji bo pêşdebirina ekonomî û bazirganiyê hêza jinan gelek giringe."
'Dema ku perwerda pîşeyî dibînin hilberînên gelek baş dikin'
Sevda anî ziman ku her jinên endamên komeleyêne li gorî hunera xwe hilberînê dike û wiha dom kir: "Em naxwazin endamên xwe winda bikin. Jinên li vêderê dixebitin bawerî bi me anîn û wiha ketin rê. Projeya me ya hînbûyînê ya heya dawê heye. Em niha di asa yekem denin. Despêkê me hewla jinan vekir, projeyên me yên ji bo perwerdê jî hene. Di demek zu de emê perwerda girtina belgeya hewlê bidin. Hêza jinan gelek zêdeye. Jin destê xwe bidin çî ez di wê baweriyê deme hilxin asta herî bilind. Dema ku jinan bawer kirin tiştek nikarin bikin nîne. Ez di wê baweriyê deme dê jinên bihişmendî sudê bidin civaka me. Divê jin xwe nekêşin qalibê xwe û ji xwe bawerbin."
(zt)