MET-DER: Divê ji bo karkerên demsalê zagon bê lidarxistin

09:38

Tekoşin Tekin/JINHA

AMED - Her sal li Tirkiyê ji ber bêewlehiya kar bi sedan karker jiyana xwe ji dest didin. Karkerên ku ji derveyî fermiyetê dixebitin qedera wan girêdayî patronê wan e. Endama MET-DER'ê Oya Ocak diyar kir ku cara dawiyê li Manîsa di kaseya kamyonotê de karkerên demsalî jiyana xwe ji dest dan. Oya anî ziman ku ev ne qezaye cînayete û got: "Divê zagonên lezgîn têkevin meriyetê. Dema ku ev nebe dê di mehên pêşiya me de cînayetên bi vî awayî berdewam bikin."

Di demsala havînê de karkerên demsalê bi muçeyên kêm weke koleyan tên xebitandin. Li gorî lêkolînên hatîn kirin di nava 6 mehan de 794 karkeran bi qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest dane. Tenê di meha Pûşberê de 147 karker jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî li gundê Haciveliler yê navçeya Golmarmara ya Manisayê 13 jê jin 15 karkeran jiyana xwe jidest dan. Endama Komeleya Karkerên Demsalê ya Mezopotamya yê (MET-DER) Oya Ocak da zanîn ku heya ewlehî neyê girtin dê bi navê qezayan cînayetên kar zêde bibin û wiha axivî: "Dema ku ewlehî neyê girtin dê di meh û salên pêşiya me de cînayetên wiha bidomin."

'Girêdayî karêkerên demsalê zagonên taybet nîne'

Oya anî ziman ku karker ji şertên tenduristî û ewlehiyê bêparin û wiha berdewam kir: "Karkerên demsalê ji sîgorta û sudên tenduristiyê bêparin. Karkerên demsalê bi hêza fîzîkî mehaneyê xwe digrin. Her wiha sendîkayên rêxistina karkerên demsalê jî nîne."

'Dê bi reforma axê re hilberîn zêde bibe'

Oya destnîşan kir ku divê dewlet girêdayî jiyana karkerên demsalê zagonên taybet derxîne û wiha berdewam kir: "Bi derxistina zagonê re divê karker ji derfetên weke şertên karkirinê, zêdekirina mehane, derketina betlanê, ji derfetên tenduristî û ewlehiyê sud wegirtin. Divê di serî de di meclisên taxan de karker bên rêxistin kirin, dê çawan mafê wan bên parastin bên bihişmendîkirin. Divê gel ji bo karkerên demsalê rabin ser piyan."

'Dema ku qezayên kar li Ewrupayê çêbibûna dê gel rabûna ser piyan'

Oya bi lêv kir ku mirov li hember ên mafê wan tine dihesibînin bê bertek dimînin û wiha dom kir: "Dema ku cînayeta li Manisayê li deverek yê Ewrupayê hatibana jiyankirin dê gel rabûya ser lingan û daketana kolanan, lê mixabin em tiştek wiha nakin. Li gel wê jî çavkaniyek sereke yê jiyana me karkerên demsalê çêdikin. Bi saya wan em ji hemû çavkaniyên vîtamînê sudê digirin. Dema ku karkerên demsalê ji mafên heyî sudê nagirin di vê de paya me hemûyan heye."


(zt/ ch)