Di zêviyan de bêrîkirinên welêt mezin dikin

09:15

Ceren Karlidag/ JINHA

MANİSA- Jinên ji Kobanê koç kirine û niha wek karkerên demsalî di zêviyan de dixebitin, xeyalên ku wê rojek vegerin welatên xwe dikin.

Malbatên Kobanê ya dema DAÎŞ êrîş li ser Kobanê anî neçar man û koçî Gundê Çokelek a girêdayî navçeya Salîhlî ya Manîsaye bûn, niha bi topkirina xiyaran jiyana xwe didomînin. Malbatên ku li ber zêviyan kon vedane anîn ziman ku pirsgirêka wan ya herî mezin ew e ku dema nexweşiyan de nikarin biçin nexweşxaneyan. Jinên di zêviyan de dixebitin li alîyekî jî hesreta welatê xwe dikin ku tenê xeyala wan çûyina Kobanê ye.

'Em tû carî Kobanê ji bîr nakin'

Yesîmîye Hacialî ya 15 salî hatina xwe ya ji Kobanê wiha vegot: '' Em sibeyek şiyar bûn, ji me re gotin

'DAÎŞ tê' û em bi cilên xwe yên li ser xwe ve derketin rê.'' Yesîmîye niha sibê heta êvarê di zêviyên xiyaran de dixebite û diyar dike ku ew rojên reş ya jiyandine û hevalên xwe ji bîr nake û wiha berdewam kir: ''Gelek hevalên me li wir man û şehîd ketin. Min jî dixwest ku ez bi wan re bimînim, ev tû car ji bîra min naçe. '' Yesîmîye anî ziman ku ji welatê xwe pir hezdike û got: '' Em tû carî Kobanê ji bîr nakin û dema şer bi dawî bibe em ê cardin vegerin welatê xwe. Me pir bêriya welatê xwe û hevalên xwe yên wir dik''

'Nexweşxane bûhayên zêde ji me dixwazin'

Ruhîye Osman jî anî ziman ku berî salek û nîv hatiye Manîsayê û li vir serê sibê dest bi xebata topkirina xiyaran dikin û heta êvarê tenê di zêviyan de dixebitin. Rûhiye destnîşan kir ku pereyên dikeve destê wan jî ji bo pêwistiyên xwe bi cîh bînin têr nake û pirsgirêka wan ya herî mezin jî ji alî tendûristiyê de tê jiyandin. Ruhiye da zanîn ku mikarin biçin nexweşxaneyan û got: '' 'Nexweşxane bûhayên zêde ji me dixwazin' Rûhîye anî ziman ku roja DAÎŞ êrîşî gundê wan kiriye ji bîra wê naçe û tenê daxwaza wan vegera Kobanê ye.

'Bila DAİŞ têk biçe, em jî vegerin welatê xwe'

Nacîye Haciali jî bi gotina 'mal, mûlk û welatek me hebû' dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku zarokên wan xwedî defter û pênûsan bû, diçi dibistanê û axaftina xwe wiha domand: '' Lê em bi darê zorê ji welatê xwe hatin derxistin. Niha cihên em lê dimînin pir xirab e. Em di konan de dijîn û pir bêriya malên xwe dikin. Em dixwazin ku DAÎŞ bila têk biçe û em jî karibin vegerin welatên xwe.''

'DAÎŞ mal û mûlkê me û nêviyên me ji me girtin'

Ayşe Hacialî diyar kir ku tiştên hatine serê wan bi destê DAÎŞ'ê pêk hatiye û got: '' DAÎŞ mal û mûlkê me û nêviyên me ji me girtin. Gelek merivên me di xew de serjêkirin. Em jî niha hatine vir û di zêviyan de dixebitin. Lê niha ji ber ku xiyarên em top dikin zuha dibe, qezenca me jî çê nabe.''

(ch)