Hunera destan a 13 salan li dezgeha wê ye
13:23
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Semîha Alagoz, li ser dezgehekî destkariyên ku çêdike difroşe û 13 sale debara xwe bi vî hunera destan dike. Semiha wiha axivî: '' Piştî keda salan ez ev destkariyên xwe dikarim bifroşim û pêşkeşî mirovan bikim. Hunera ku ez pêk tînim bala mirovan dikişîne û ev jî min kêfxweş dike.
Jin di her warî de jiyanê rengîn û geş dike. Jinên ku bi destkariyan hilberînên xwe pêşkeş dikin debara xwe jî dikin. Semîha Alagoz a 58 salî ya li Edenê dijî li navçeya Seyhanê kuçeya Çand û Hunerê de taximên mase û jureyan çêdike û difroşe. Semîha da zanîn ku piştî jin bixwaze tiştê ku ji heq derneve tuneye û got: '' Bila jin xwe mecbûrî mêran nebîne. ''
'Ez ji pejirandina hunera xwe kêfxweş im'
Semîha da zanîn ku kumaşên xwe ji tomfiroşî digre û bi malzemeyên cuda neqşan li ser çêdike. Semîha hemû destkariyên xwe bi makina xwe ya dirûnê çêdike û bi gûpûr û dantêlan dineqişîne. Herî dawî jî moriyan lê dixe. Semîha da xuya kirin ku ji karê xwe hez dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Qezenca ku ez ji karê destê xwe dikim ji bo min kêfxweşiya herî mezin e. Herî zêde jî jin ji hunera destan hez dike û ez jî ji pejirandina hunera xwe kêfxweş im''
'Têkoşîna min a hunerê dê bidome'
Semîha da xuya kirin ku xwedî 3 zarokan e û her hefte sibê seat 08.00'an de dezgeha xwe vedike û heta êvarê hilberînên destê xwe difroşe. Semîha diyar kir ku 13 sale bi keda destê xwe zarokên xwe xwedî kiriye û got: ''Niha jî ez nêviyên xwe xwedî dikim û têkoşîna min a hunerê jî dê bidome' Semîha bal kişand şixula jinan û wiha axivî:'' Pêşniyara min ji hemû jinan re ev e ku bila bişûxilin û çi ji destê wan tê bila bikin. Lewre şixul xwebaweriyê jî pêş dixîne. Her jin divê bixebite û xwe mehkumî malê neke. Ez bi destkeftiyên vî karî û bi mehaneyê hevserê xwe yê emekdarî debara xwe dikim. Min pir zehmetî û nexweşî kişand lê dîsa jî ez li ser lingê xwe sekinim.'' Semîha di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû kes dema xwe ji bo hunerê vebiqetîne.
(ch)